subḧî ferwerdîne emřo bulbulî dił bê ẍeme

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 2 minutes  590 views
subḧî ferwerdîne emřo, bulbulî dił bê ẍeme
ger le xoşya řoḧî derçê baxewan hêşta keme
her dełêy ẍîlman û ḧûrin new ’urûsanî çemen
řûy zemîn cennatî ’edne, hênde taze û xuřřeme
wa liqî lawlaw be qed serwî řewana hełçuwe
bo le baweş girtinî bałay bitan wek perçeme
guł xerîkî řeng û bo ye’nî şebîhî řûmete
xunçe meşẍûłî tebessum, her dełêy lêw û deme
zemzemey sar û kebûter wek neway nay û neye
hemhemey duřřac û qumrî řast ełêy zîr û beme
bêne naw bezmî çemen dinya bibînin serbeser
neş’eyî «nezّare» yî nêrgis ełêy camî ceme
ba nedwên îtir le estêrey şikofey burcî bax
bêyne ser ewsafî nicim aldّyinNamed-Entity ke bedrî ’aleme
çunke mî’marî terîqet bawik û bapîrî ewn
boye dîwarî ḧesarî neqşibendîNamed-Entity meḧkeme
řoḧî «hudhud» bo qurbanî dem û lêwî nebê!?
wek «suleyman»y zeman saḧîb nigîn û xateme
bo le yumnî meqdemî sertan negate asman!?
cîlwegahî aftabî ême ’erşî e’zeme
xełqe bo naçin lebo řewzey byareNamed-Entity bo tewaf?
xakî wek xakî beqî’Named-Entitye, awî awî zemzemNamed-Entitye
nek be tenha qeyserî řomNamed-Entity xadîmî dergay ewe
bo sucûdî ḧacîbî xaqanî çîn piştî xeme
nêrgisî ew ta tebîbim bê çi bakim zexme min
bo birînî zahîr û batîn nîgahî merheme
hênde bo îḧyay diłî mirdû yedî beyzay heye
gawir û cûş pêy ełên mûsa dese û ’îsa deme
îltîfatî şahî min bo dost û dujmin wek yeke
xizmetî sîyّanArabice, ger bêganeye ya meḧreme
xakî berpêy ew be bêxudPen name ger be řîf’et talbî
des be dawên girtinî bo banî ’îrfan sulleme