dû kabray xoşnaw bo tirê firoştin řêgayan ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  796 views

dû kabray xoşnaw bo tirê firoştin řêgayan ekewête ew deştî dizeyyewe be lay gundêka tê epeřn, seyr eken wa yekêk leser banêk her dû destî xistuwete bina gwêy û dengêkî lêwe dêt. yikêkyan lay wa ebê em kabraye: hey tirê, eka. zorî pê naxoş ebê. ełê: wa tirê le mî gundey hene ba biçîn lo gundêkî ke. ewîkeyan ełê: kure mar wêran nebî ewe hey tirê nîye. ewe bangî dedrê.

ełê: bangî çine? ełê: kure çima nazanî, bangî ḧemedî řîswan. ełê: çima bangî ḧemdî řîswan çine? ełê: kure çine? yanî de werne nwêjan, de werne nwêjan!