le heray şêx meḧmûda destey şêx meḧmûd...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  661 views

le heray şêx meḧmûda destey şêx meḧmûd be kêwî casenewe bûn. teyare hatbû dabûnye ber bomb û bordiman. xełkekeş le hemû tîreyekî têda bû: le caf, le berzincî, le biłbas. le xełkî silêmanî. teyareke şipirzey kirdibûn her yeke le bine dewenêka xoyan şardibwewe. dû kabray caf yekêkyan kewtibuwe ser şaxeke yekêkyan le xwarewe bû. ewey xwarewe bangî ekird lewey serewe pêy ewt: a, marf! kuçkit lê warê to nizîktirî welay xwawe bangî lêke bełkû lem agirey qorete derbazman bika! ewî lay serûyş eyut: kure gût lê warê em teyare bêfeře lay xwarî łê biřîgmesewe; bûzem naygatê!