şêxelî peřo hebû le silêmanî mizgewtêkî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  700 views

şêxelî peřo hebû le silêmanî, mizgewtêkî hebû, legeł sey ’elî bismîllada bore xizmayetîyekyan hebû, diłî çekerey lê ne’ekird ke be lay xełkewe biłêt şêxelî mela nîye; le řastîda şêxelîş wa bû.

carêk be sey ’elî ełê hemû řojê paş ’esran were le ḧucrekey mina eçînewe be teşrîyfî mela ’elîda. mebestî şêxelî ewe bû lay sey ’elî bîxwênêt û paşan feqêyekî hebû feqê ’elî naw bû, bewî biłêtewe. bełam demarî ne’ehat be sey ’elî biłê le lat exwênim; ehat emim bo edozîyewe. sey ’elîş emey ezanî ewende hebû leber bore xizmayetîyeke dengî ne’ekird. bełê hemû řoj sey ’elî eçû legeł şêxelîda eçûnewe be teşrîfî mela ’elîda. şêxelîş leber ewe ke wa le sey ’elî bigeyenê emîş lêy ezanê pirsyar û şitî lê ekird, bełam pirsyarekanî hîç nebûn. şêxelîş dyanekanî hemû kewtibûn hîçî le dema nemabû, řojê sey ’elî îtir le wizeya nema witî: biřo mirdût mirê! demit ełêy kune mişke, to ’elî, [min ’elî] xawenî kitêb ’elî, ewî pêy ełêt her ’elî, daykê em hemû ’elîye bigêm! de biřo nawî xotit nawe mela û minîş hîç!