muşkî xutene perçemî xoşbûyî biraym

pênc xiştekîy leser şî’rî zêwer
From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 2 minutes  454 views
muşkî xutene perçemî xoşbûyî biraym
řeşkî semene řûmetî mînûyî biraym
le’lî yemene lêwî suxengûyî biraym
«duřřî ’edene tel’etî nîkûyî biraym
serwî çemene qametî dilcûyî biraym»
zahîd ne, minî ’aşiq esîrim be nîgahî
murşîd weregêřê le îman çawî syahî
karî min û manîNamed-Entity nîye qet sûretî mahî
«nexşîne be nûkî qełemî sun’î îlahî
dinya egrê quwetî bazûyî biraym»
lewsawe ke bîmarî ewm dîwe be dûrbîn
xełkîne mepirsin le minî xeste û miskîn
herçende diłim çake be tîrî «bile nexşîn»
«fîkirim hemû řengîne le feyzî diłî xûnîn
ey min be fîday xencerî ebrûyî biraym»
ew şoxe ke çefyey le ser û gerdinî ałan
řîşey diłî ’uşşaqî be řîşûy řeşî piçřan
kułmî ke beder xist û cîhanî hemû şêwan
«estêreyî řuxsarî diłî ’alemî sûtan
burhanî muneccîm bû meger řûyî biraym»
wek murẍî qefes bo çî nekem zar û nefîrê
ḧeyranim emîstake wekû bimxene bîrê
nem bîstuwe qet řawker heta êste bigîrê
«bîstûme be dam û be şikar ask egîrê
însan egrê dîdeyî ahûyî biraym»
gerçî minî dêwane be dił mat û ḧezînim
lem badye seyyadsîfet goşenşînim
bo girtinî ew aske daym le kemînim
«ew nî’mete piř lezzete řojê ke bibînim
destî min leser gerden û ebrûyî biraym»
ew řoje ke wa day le diłim tîrî muḧebbet
girtî be mesel ayîne teswîrî muḧebbet
çunke buwe dêwane be zencîrî muḧebbet
«bedbextîye azadî le zencîrî muḧebbet
bem řengeye tay sîlsîleyî mûyî biraym»
ew řoje ke ew řehzene piştî le wefa bû
karwanî dił û dîn û îman řûy le fena bû
qurban wekû bêxudPen name mebe duçarî beła bû
«zêwerNamed-Entity be ḧezer be eme aşûbe beła bû
îman edzê quwetî bazûyî biraym»