’umrêke syeh řoj û perêşanî kweytim

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 2 minutes  567 views
’umrêke syeh řoj û perêşanî kweytim
aşufte wekû tuřřeyî xûbanî kweytim
’umrêke ke řojim be mesel wek şewezenge
ḧesretzedeyî şamî ẍerîbanî kweytim
’umrêke le zîndanî cinûna ke wekû şêt
pabendî ẍezałanî esîranî kweytim
’umrêke le kuncî qefezî fîrqetî gułda
wek bulbulî diłxeste ẍezelxiwanî kweytim
’umrêke ledûy meḧmelî leyla wekû mecnûn
xom lêre û dił wêłî byabanî kweytim
’umrêke lebo kuştinî deccałî ḧesûdan
her muntezîrî ’îsîyî dewranî kweytim
’umrêke denałim be ẍemî towe le kerkûk
daym wekû ney sîne piř’efẍanî kweytim
pêwîste wekû qumrîy aware le gułşen
sergeşte diłî serwî xeramanî kweytim
perwanesîfet muzterîbim kullî şew, axo...
key peřtew eda şem’î şebustanî kweytim?
key bê ke le asoy ’erebustanNamed-Entityewe řojê...
hełbê gułî xurşîdî direxşanî kweytim?
wa tê mege dûrim le to ey saḧîbî xatem
her «hudhud»ekey bezmî suleymanNamed-Entityy kweytim
xełkîne leber gewherî tacî serî kurde
qurbanî muḧîtî ’erebustanî kweytim
herçende le zîndanî fîraqam wekû bîjenNamed-Entity
bîlla be temay řostemNamed-Entityy destanî kweytim
’aciz mebe bêxudPen name ke îşełła wekû ye’qûbNamed-Entity
nezdîke wîsałî mehî ken’anNamed-Entityy kweytim