’umrêke syeh řoj û perêşanî kweytim
Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
2 Xulek
846 Dîtin
’umrêke syeh řoj û perêşanî kweytim
aşufte wekû tuřřeyî xûbanî kweytim
’umrêke ke řojim be mesel wek şewezenge
ḧesretzedeyî şamî ẍerîbanî kweytim
’umrêke le zîndanî cinûna ke wekû şêt
pabendî ẍezałanî esîranî kweytim
’umrêke le kuncî qefezî fîrqetî gułda
wek bulbulî diłxeste ẍezelxiwanî kweytim
’umrêke ledûy meḧmelî leyla wekû mecnûn
xom lêre û dił wêłî byabanî kweytim
’umrêke lebo kuştinî deccałî ḧesûdan
her muntezîrî ’îsîyî dewranî kweytim
’umrêke denałim be ẍemî towe le kerkûk
daym wekû ney sîne piř’efẍanî kweytim
pêwîste wekû qumrîy aware le gułşen
sergeşte diłî serwî xeramanî kweytim
perwanesîfet muzterîbim kullî şew, axo...
key peřtew eda şem’î şebustanî kweytim?
key bê ke le asoy ’erebustanNava taybetewe řojê...
hełbê gułî xurşîdî direxşanî kweytim?
wa tê mege dûrim le to ey saḧîbî xatem
her «hudhud»ekey bezmî suleymanNava taybety kweytim
xełkîne leber gewherî tacî serî kurde
qurbanî muḧîtî ’erebustanî kweytim
herçende le zîndanî fîraqam wekû bîjenNava taybet
bîlla be temay řostemNava taybety destanî kweytim
’aciz mebe bêxudNasnava edebî ke îşełła wekû ye’qûbNava taybet
nezdîke wîsałî mehî ken’anNava taybety kweytim