ey be mał û be ser fîdayî weten

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  698 views
ey be mał û be ser fîdayî weten
wey wekû kakî xot birayî weten
damenî kam û destî to dûrin
ta be řoḧ ebye gerdî řayî weten
ta min û to nebîne perwane
şewqî çon xoş ebê çirayî weten
ḧîşmetî xusrewî meḧałe heta
canî şîrîn neken fîdayî weten
bê şirînqey birayetî hergîz
nîye çarî melaryayî weten
bê «kinîn»y yekêtî û cîddî
zeḧmete çarî lerz û tayî weten
le kemançey serî min û toda
ta bibê neẍmeyî hewayî weten
axrî her be yumnî lutfî xuda
dêyne jêr sayeyî humayî weten
ye’nî herwek direfşekey kaweNamed-Entity
îşî xoy her eka lîwayî weten
duřiř û mercan û karebay kurdan
nêrgise û laleye û gyayî weten
le’il û zumřût û gewherî êmen
zîx û berdî kej û çyayî weten
be hezar textî xusrewî nadem
cêgepêyêkî yek gedayî weten
kasb û pare, zahîd û cennet
bêxudPen name û xakî diłguşayî weten