kabrayek hebû le dêy turcan mam ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  658 views

kabrayek hebû le dêy «turcan» mam qerenî naw bû, kabrayekî pîrî şiřî hejar bû, serusekutî ewende seyr bû herkes çawî pê ekewt destî ekird be pêkenîn! kirdewe û hełsan û danîştinî wekû şêt wabû keçî şêtîş nebû!

gořistanêk le nizîkî turcane, zortir mirdûy ew nawe dênne ewê. řojêk lew dewre mirdûyêk emrê û eyhênne ewê. pyawekanî turcanîş ko ebnewe eçin bo gořistaneke bo ewey le naştinî mirduwekeda lewê bin! mam qerenîyş makere qořêkî latî hebû, swarî bû kewte şwênyan. xełkeke ke pêyan wit: mam qerenî pyawetît bibê meye, xełk û xway bêgane zor lewêye, ême bo şîwen eçîn, bo şayîy naçîn, şûreyîye newek yekê bitbînê bo ême baş nîye, ke hatînewe de řibe genimit edeynê. mam qerenî witî: başe û geřayewe.

pyawekan çûn û geyştine ser gořistaneke û xełkêkî tirî zorîş lewê bûn. mam qerenî kewtewe bîrî ewey ke be kam řibe genmekey edenê! dû řibe le awayîyekeyana heye, řibeyekî gewre û řibeyekî biçûk. hesta çû herdû řibekey hêna, her yek tałebenêkî têxsitin û bestî be kurtanî kere lotîyewe û xoy swarî kere bû. beřê kewt, benekan dirêj bûn, řibekan exşan le zewîyeke, bem teq û hoře û dîmenewe çû bo goristan.

mam qerenî lepêşa xoy bû etut meymûne, êsta em dû řibeyeş wekû dû kîseł be şwên xoyewe be teq û hoř zyadî kird, ewendey tir dîmenî pê dabû! ke çuwe ser gořistan hemû ’alemeke destyan kird be pêkenîn! witî: ewe boç pê’ekenin? min hatûm bizanim be kam řibe lem řibane genmekem edenê, be gewrekeyan yan be kiçkekeyan? ba bom saẍ bêtewe, wityan: mam qerenî ême witman ba ketin řûneda, keçî êsta to xiraptirit kird, be xwa taze denkit nadeynê!