le dêyekî ew serşîwe řêwîyek fêr bibû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  854 views

le dêyekî ew serşîwe řêwîyek fêr bibû eçû cuck û mirîşkekanyanî exward û xełkeş be hîç cor çaryan ne’ekird û ber pelaryan ne’ekewt! lepaş ewey ke zyanêkî zorî kird, řojêk ber pel kewt û girtyan! hemû ehlî awayî lêy bedax bûn, tenanet feqêkanîş mirîşkyan hebû ewîşî xwardibû!

hemû lêy kobûnewe û her yeke witî: be corê bîkujîn, yekê witî: be zîndûyî her çwar pelî bibřîn. yekêkî tir witî: naweła be zîndûyî parçe parçe goştî lê bikeynewe û leber çawî xoyewe bîdeyn be seg! yekê le feqêkan witî: min çarî eme ekem êsta kilk û gwêy ekem û herdû çawî heł’ekołim ba bo xoy bew sizayewe bitopê!