32

sûtanî mem le derdî dûrîy zînê
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  578 views
mem zortirî zînê derdedar bû
xem lem ke yekê bû, lew hezar bû
řengizerd û bederd û barlelêwan
dêwane û şêt û daye kêwan
petyareyî way leser bibû zał
aramî nema le şar û nawmał
way girtibû agirî kiłî dił
çawî be yekî dedîn guł û gił
dûy tînû le deşt û der leber taw
bêhêz bikewn letaw qumêk aw
lepřêkî betawî awî jyanê
dabarê le hewrî ’asmanê
yek çonî bwêt hełêncê boxoy
yek taqedłopeyek neçê boy
yek jînî nemir bixate bin dest
yek bimrê hetahetaye bê hest
tajdîn ke nyazî hate ber dest
ewřoje gyanî mem giřî best
birjabû be agirî ewînî
giryan bû be dost û hawinşînî
diłxoşî lebîr nema ke çon bû
lawênî lela şitêkî kon bû
katê ke dehate berdemî mîr
wek bendyekî bekot û zincîr
diłgerm û henaseserd û bêřeng
dîwan hemû leswêyanî diłteng
carcare ke deçwe małî tajdîn
bêçare leber girîn û nałîn
mewday nebû derdî dił bibêjê
barî diłî jarî hełbiřêjê
naçar debû derkewête dem çem
deydiwand û le xoy dekirde hawdem