33

peyvînî mem degeł çemî dîcleda
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  589 views
dîcle çite hênde bêwçanî
wek awî dû çawî min řewanî
toş wek diłî ême piřşepolî
toş hogrî deştî çol û holî
şêtî wekû min be pêç û gêjî
her nałete hateran debêjî
wek min ne pişût heye ne westan
toş dawte diłit be dîdemestan?!
kêt hênde lenaw xeyał û bîre
girtûte hemêzî xot «cizîre»!
em şareye ger nyaz û diłxiwat
xoşbextî, geyîştûy be awat
cergey diłî toye nîştimanî
herdem degełî desewmilanî
diłxoş bike, besye dad û zarî
lew xwaye bike supasguzarî
şêtî ke demê becêy bihêłî
beẍda çîye? to le şwênî wêłî!
behrey mine girye û henase
dirwawe be bejnim ew kirase
carêk be diłî mina bibûre
ba bizanî ke dojehîş çi cûre
serçaweyî çawî min bibîne
xwênaw deřjê le goleşîne
bo derdî diłim ke dûreçare
çaw boçî? be çî humêdeware?
westane û nêrgizan û seqłan
derwaze û homeran û meydan
seyrangehî ton û lêy dekey geşt
min mawim û hogrî çya û deşt