31

zîn řûy giftugoy dekate perwane
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  570 views
bałdarî hejarî şox û řengîn
diłdarî be derd û êş û xemgîn
ey serwerî hozî sînedaẍan
řêşanderî mergî řast û saẍan
merdane debexşî gyan leřêy dił
her toy ke le mirdinê nekey sił
lew řêgeye xêwî nêwî berzî
daxim ke deçîte ber, delerzî
nawêstî gelêk leřêy ewînê
her kałî deřoy leřûy zemînê
zor şerme peley dekey ewende
lerzîne ke tozê napesende
xo řanegrî le katî tałî
mergit bwê, puxte nît û kałî
diłdar nemre leřûy zemînê
key sûtin û mirdinê debînê
ger puxte bibin leřêy ewînê
katê demirin dekewne jînê
leşyan ke nema gyanî pakin
bem bonewe bê guman û bakin
herçî ke dedît diłî debziwand
detdî ke hemû şitêkî dedwand
tenya le kesanî pîs û nařast
nêwanî degirt û xoy deparast
le zimanşiřî dûřû, bedguman bû
hawřazî hemîşe bê ziman bû
sertabepê nuqmî gomî xem bû
jînî hemû bo xeyałî mem bû