13

xogořînî tajdîn û mem le bergî kîjanda
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  729 views
piřşingî çiray le gumbezî şîn
kirdî demê xakelêwe řengîn
řêwşiwênî gelêk lemêj û zû bû
ḧewřojeyî cêjne bo pişû bû
her řêge dira be kîj û lawan
danêkî neman le małî bawan
kiç deçwe derê diłêkî bibřê
kuř deçwe berê gułêkî bikřê
tajdîn û mem ew dû şêrdiřane
poşyan şimek û cilî kiçane
hewrî le milan be oye desmał
tafte kułece kiras û lêw’ał
kakoł bû bibû be bisk û perçem
her dû kiçî qoz eger biba mem!
herboye bû kes ewan nenasê
baş gwê dene bezim û deng û basê
byanhêłe be bergî nazenînan
ba biçînewe lay sitê û zînan