12

seyranî cêjin û dezgîrangirtin
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  645 views
dîsan ke nwandî cêjnî newroz
legwêreyî řêwşiwênî pîroz
giş wird û diriştî naw cizîrLocationê
bîgre le şwanê ta wezîrê
şarî û řemekî û gizîr û herçî
têyda bû şiře û geřok û çerçî
polpol degeřan le kêw û deştê
xemyan depeřand le seyr û geştê
hêndêk be pêyan deçûne baxan
swaran degeřan le kêw û şaxan
hêndêkî be yek yek û cudayî
destêkî be gel be dił tebayî
hênd hatbû xanim û jinî cwan
dinya piřî guł bibû leber wan
têy hatbû hênd perî û firîşte
ta wabê beheştî gewredeşte
kîjołe û law û řûbexałan
lêwqend û memk dûlîmokałan
xunçedem û řûbexał û xwênsûk
lawî teř û taze, lûs û bêtûk
kiřyar û firoş hemû cwan bûn
nirx û benirx leser řuwan bûn
nazdarî dehate barî sewda
nek konepeřo û kełaf û hewda
cwançakî dehate tay terazû
çaw karî dekird ne zorî bazû
ew řoje debwe ke cêjnî sersał
mindałî de sał û pîrî sed sał
xoyan nedehate bîr çe carê
aheng û bezim bû ta êwarê