11

cejnî newroz
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  706 views
biřwane xuday biłind û zana
çî kirduwe le herd û ’asmana
bê mişte û řende, bê gez û gaz
westayeke nagerekîye amraz
yek gewre û yek dirêj û yek xiř
wała û benêw û nîwe û piř
derkewtuwe giş le kargay ew
sersûřře cîhan le baregay ew
seyrîş ewe giştyan le karin
hêndêkî pyade, hênd swarin
hêndê beheran û hêndê wistin
destêk pelekar û hêndê sistin
yek dêt û yekê deçêt û destê
herwa le geře û heşe dewestê
hêndêkî denûsê û hêndê westan
yek serbiře, yek bwêjî bestan
yek xem deřewênê, yek kizułkew
yek řoj deperestê, yek çiray şew
hêndêkî beçeşnî zînî nazar
hêndê wekû mem debin giriftar
serpakî be řoşnî û cwanin
hênd şahin û hênd wezîrî wanin
estêreyî hêndê boye nardûn
hênanî beharî pê sipardûn
sał taze debêtewe ke hatin
serma dekewête ser hełatin
gêřayewe bom pyawekî pîr
pîrêkî bebîr û zît û dił jîr
goya ke le řojgarî pêşîn...
cenge û heřetê ke der debê şîn
wata ke debû be řojî sersał
herkes der eçûne deşt û ber pał
kîj û kuř û law û konesałan
bapîr û nenk legeł minałan
cêjnî herezil bû cêjnî newroz
ta pêwe binûsê cêjnî newroz
takî nedemayewe lenaw mał
deyda le der û le çołge bay bał
nexwaze kuř û kiçî geyîştû
çî hêşte le yekdî çêjneçêştû
řazawe le xişił û bergî başa
çaw têr bû hemûy leber temaşa
her lawê le bîrî xwastinaye
ba kîjê bibînê çî tîyaye?
řojê ke deçûne geştî deştê
deşt mişt bû le mîweyî beheştê
her cwan bû le yek debûne kiřyar
sewda be dił û be çawe biřyar
her tak bû le cûtî çaw degêřa
tak boy deçû cût dehat lewêřa