10

azayetîy tajdîn û birayanî û dostayetîy mem û tajdîn
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  613 views
ba bêynewe ser witarekey pêş
sewdaserî dił birînî piř’êş
herçende ke zor û bê jimar bûn
giçke û zil, xwêřîy û bekarbûn
lew koşk û serayeda bû sed law
xwênşîrin û řêkupêk û berçaw
heryek be cwanî řojî řûnak
řûxoş û lebar û dest û diłpak
wek mangî le çarde, bêye řastî
mang zerd bû, ke yek dehate ḧastî
sewdaserî pîşeyan bû giştî
bestibûnî ewîn be dawî giştî
yek řazî diłî yekî dezanî
giştî diłî çû buwe ser zimanî
sewda le diła newek be dîtin
em core ewîne kem be pîtin
têyda bû lewane tazelawêk
serdesteyî gişt û xêwî nawêk
tajdîn bû, bełam çito cwanêk!
gûderzî cîhan û pałewanêk
mîr kame řegez bû ew lewan bû
serkomeł û gewre û giran bû
eskenderî naw bû babî cwamêr
bîstûme ’ereb pêyan degut şêr
çun řojî hera be taqeswarî
deytiwanî berê serî hezarî
tajdîn dû biray hebû, kwa wekî wan?
pêmêrdî xuda degeł çekî wan
azayî lepaş ewan diro bû
yek «’arf»y naw bû yek «çeko» bû
tajdîn leser ew hemû nemaman
le biray û le xizim û xał û maman
lawêkî tirî kes û bira bû
çim wit? ne bira bû şewçira bû
her řojê ke ew biray nedîbû
wabzane be şew çiray nedîbû
dinya bû leber dû çawî tarîk
tay kirjî diłî pisaw û barîk
hawałî demanî xoş û xem bû
diłbendî xeman û nawî mem bû
ew çon bû memîş leřastî wa bû
tajdîn nebê çî le bîr nemabû
mem řołeyî nûserêkî mîr bû
tajdîn kuřî gewretir wezîr bû
hełyan nedekird bebê yek û dû
cyawazî be dił nebû, be leş bû
em cûte be corê dił leyek bûn
detut ke bibûne leyl û mecnûn
zor pêkewe hogrêkî pak bûn
cût bûn û le xoşewîstî tak bûn
bo yekdî bibûne dostî gyanî
derçû le zimanîy û le nanî
ba wa bê hewałetî û birayî
bêhûdeye demdemî û hewayî
hasan nîye dostî, girane
dostayetî û emeg birane
ger dił be guman, guman debey xot
dostî meke zor giran debê bot