9

dîsan řananî cwanî ew dû çawbazane
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  708 views
hêndey ke xuday be taq û tenya
pûł û şimekî řijande dinya
qeyser heçî bûy le zêř û zêwan
zortir le bijardin û le pêwan
hełmas û gewahêratî qaqan
ta deçte neqêmekey silêman
çî nirxî girane pêy dezanî
nahênê kemûskeyek le cwanî
ew cwanî leřûy sitî û zînê
derya bû le agirî ewînê
katê ke dekewte ser şepolan
serřêjî dekird le gird û gołan
bo herçî piřîşkî xoy depřijand
sed gyanî demewleḧast debirjand
dara û nedar û kok, řeş û řût
ew dwane ke hatban deyan gut
cwan geywine yekdî mang û xorin
kiřyar ewe boye hênde zorin
řawker le řêgey em askane
diłbesteyî em dû naskane
ger bewr û piłing û nêreşêr bû
her řojî berê be nałe fêr bû
giryan bû, hera bû, řoj eger şew
hergîz nedehate xewnewe xew
her cwanîye bê bin û kenare
diłdarî gelêke bê jimare
diłdar heye merde gyan debazê
î waş heye wirdemaç dexwazê
yek yarî dewê le bezim û yarî
yek gyanî şîrîn deda be yarî
lêwmijtine bo sitî û tajdîn
xokujtine dête řêy mem û zîn