8

pesnî mîrî botan û cûte xuşke cwanekey
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  844 views
řengiřêjî peřanî mêjûzanî
dengibêjî cîhanî xoşxiwanî
wa nexşî dekird be řengî çend cor
way bo degutim be bend û bałor
mîrê hebû řojgarî pêşû
diłxiwazî be çî hebû, hemûy bû
serdarî gelê gelî zil û wird
towî ’ereban û serwerî kurd
patextî cizîrNamed-Entity û bextî ça bû
zor destî guşad û şad û şa bû
řom û ’ereb û ’ecem le ferman
nawbangî hebû be mîrî botanNamed-Entity
xałindî degirtewe le bapîr
pişt piştî hemû zil û cehangîr
asman lewî bê tirs nema bû
şîrêkî xuda bû derkişa bû
zyanî nededîn û bê bezîn bû
nawîşî emîrî zînedîn bû
bo cengê ke textî xwanî zîn bû
îtir ne bezîn û dabezîn bû
azayetî wît dewîst binasî
nawbangî geyşte mang û masî
xwanasî ewîş be deng û naw bû
bo her dû cîhan xudapêdaw bû
ḧatem le dehnideyî bezî bû
řostem heřeşêkî wî besî bû
jîrî û huner û be karî û dîn
berdewbigrey be dad û bexşîn
detgut ke be bejnî ew biřa bû
ta ew bû, beşî kesê nemabû
sed core gewahêrat û yaqût
ełmas û pîroze, lał û zimřût
dakirabû be ko le her şwênêk
darmał bû hemû kun û kelênêk
pêt wabû ke hender û beheşte
kîjołe tijî hemû firîşte
hênd sade û lûske nokerî bû
jûr û derî her piřî perî bû
lew baẍe dû newnemam řwa bûn
bê wêne lenaw beheştî xwa bûn
sûrguł dû le pincî şa řwabû
dû xuşkî xuşîk û yek bira bû
detřiwanî eger leser řwanga
dû řojit edî bedewrî manga
yek pyawî dekuşt be çawî mestî
ew nawî nirabû xatû estî
îdî le dił û henawî mîr bû
ew nawî le nawî mîr bû
xot řenge bizanî nawî zîn bû
bes dîtnî zînê dił tezîn bû
yek nawî cwanî kewte şaran
gyanê bû îtir le kořî yaran
yek gendemîy û yekê zerî bû
yek çeşnî firîşte yek perî bû
kengê perîy û firîşte wa bûn
em cûte le řoşnî xuda bûn
hergîz kesê cwanî way nedîbû
nemzanî hewênî wan le çî bû
lacang wekû zêw çenage wek sêw
awingî le awî jîn leser lêw
serkułme wekî peřî gułî ał
çênrabû tya denk denk xał
tengî dem û dengî pêkenînî
birdyan biřewî butanî çînî
řeşmarî kezê le bejin û bała
wek hewreřeşê le řoj dehała
çawênîpeřên bû dêřî ser řû
çałî çenegey piřî le cadû
bonxoşî wenewşe û gułî ał
pişko bû le çuqłî sewł û şimşał
sûrguł le serî likan řuwa bû
tatay mû beser yeka řijabû
řeşxał wekû berdî ḧacîyan bû
ew koşke ḧecî ewan deman bû
ebro çi kewanî bêgrê û řêk
peykanî bijang, çi tîrî diłpêk
nazk be leş û heło be çawan
toqîbû diłî diłan le tawan
dayanna ewanî mûqełêşin
her goşeyî çawe, gyan dekêşin
twêłî sipî perçemî řeş û ko
wek bałî perî le sûçî aso
řoj karekerêkî nawçewan bû
le cwanî be pas û derkewan bû
kê kułmî dedîtin û binangiwê
mirdin bû penay debirde ber kwê
gerdin wekû qumqimokî bade
piř bê le guławî řûn û sade
herkes ke bibînê pêy dezanê
serçaweyî awekey jyanê
serpence û neynukî xenawî
xwênyan deřja diłan le tawî
dînî ber û kemberî şil û mil
çawî geş û řûn dekird bebê kil
hełyan ke demałî qoł û bazin
cêdar bû leser cîhan binazin
ew dû gułe şox û şenge cwane
hatbûne cîhan hewałduwane
herçende ke estî nazenîn bû
zîn zortirî xuşkî, xwênşîrîn bû
hî wan bû cwanî giştî şeşdang
estêre bû estî, zîn wekî mang
estî wekû mang û zîn wekû xor
çawpîs û çinokî pê debû kor
ew her dû wekû dû şewçiraxan
katê ke deçûne seyrî baxan
gyandar deçû gyanyan be tałan
gya wu gij û dar û berd denałan
perçem şeweřeş ledewrî lacang
şimşêrî biro leser letî mang
perçûke leser henê binexşê
kê bê dił û gyanî pê nebexşê
řazaneweyan be zêř û gewher
lerzane û goberok û kember
ew lenceyî kotrî be sed naz
lew cûtî bejninemamî çawbaz
pol pol kiçî şox le dewr û beryan
pîr, bo dił û dînî xo degryan
xwanas û mela û benaw û bê naw
xunkare, hejare, pîre, yan law
kwanê ke diłî neçête cwanî
nirxî ke nezanî zor nezanî
hêndêk dił û dîn deden be têkuł
hêndê be xuday çił û guł û dił
dost her yeke ber de şêwî şêwan
wek têkuł û kakłêke nêwan