7

pêşdestîyek bo çîrok
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  1045 views
meygêř le desî mede helêke
wek gyanî nemir meyêkî têke
ta bew meyî gyan û dił bexêwker
tawêkî germ bikeyn dił û ser
meygêř bike pyałe awî şabûn
ew awe ke çawî dił deka řûn
xawênkerewey mijîy qiřêjim
serxoş ke diłî nezan û gêjim
meygêř de be gewherîn pyałe
lew şîle řewan û pak û ałe
yaqûtî twawe le’lî awe
xoşawî duř û duřî xoşawe
řengixoş û beçêj û xoşberame
denkêkî keme bizane kame?
denkê duřî řûtî tê bihawê
xodanekî řûtî wek guławê
zû zû bide destî meyperistan
ew kořî ke hêşte dił le destan
ta pyałeyî dił be mey biken řeng
ta saz û bedił bê bezim û aheng
mepsênewe byanderê lepesta
ta bêbeş ebin le hoş û hesta
lew bexşişî zor û dûr le hejmar
beşkû le diłopê bibme beşdar
geşkey meyî şîledarî bêgeř
xoşawî berî tirêy řezî teř
karêkî bikate ser derûnim
hêzdarî bika diłî zebûnim
tîşkê bikewête gyanî tarîk
dił bête serî xeyałî barîk
da tîrî henase karîger bê
bîrkim bişkênê sed çeper bê
çiłk û çepełî le dił derênim
derçim wekû bulbulan bixiwênim
diłmirdinî bes bê hestê bifřê
ba şermê nehêłî perde bidřê
goranîy û lawkan bibêjê
çêjê le ewînî xoy biçêjê
hawarî bixate mêrg û baxan
xunçan bidiřn berok û yaxan
gułxunçe bipşikûn le çuqłan
bulbul bigrîn le daxî çiqłan
carcar bixenin le xoşî dîmen
awing bipjê le deşt û çîmen
swêsne we ziman bê, bête basan
řizgar bê le xewxewî û le tasan
meygêř bide pêm meyêkî gułřeng
sentûr çi nełêt û def neda deng
kwêxa û gizîr bełan nezanin
derkeyn kuł û xem ewîş lewanin
destiřijdî meke tijî ke defirim
řengêkî cya bexowe bigirim
serxoş bibim û bexom binazim
nyazim hemû aşkira bixiwazim
mestim ke nekey gelêk nezanim
bê mey geřê nageřê zimanim
memhêłe be hoş û hîç nebêjim
şêtim ke heta duřan biřêjim
bê perde weşarduwan weserxem
giş řaz û nihênîyan wederxem
bilwêr bê diłim be dax û so bê
wek tûtî demim begfitugo bê
têy hełkeme lawik û sêga û deşt
ḧeyran û qetar û best û gułgeşt
bê wirte diłim binałê wek çeng
pê pence û pit bida defim deng
bêjê û kewan biłêt řubabim
to bimdeye mey debê weha bim
lew berz û biłînd û lew hewaye
zuhre le hewam bika semaye
dił tenge, de dengî zîr û bem bê
diłdarî le lanî zîn û mem bê
derdî diłî xom bê lem witane
zîn û mem edî çi bin? behane
wa bikem ke cîhanê bê û binořê
dejyenmewe zîn û mem le gořê
lew dûy le ewîn be zam û bîmar
ba xom bikeme pizîşk û zanyar
ba geş binewe û be xem biłên: bes
bibne nemir û neçin le bîr kes
daxî cigerî memî giriftar
naxoşîy jînî zînî diłdar
mem lawî le pîsî û gunah dûr
zîn ew kiçî wa beşerim û řûsûr
deykem be şitêkî wa teř û xoş
hergîz le cîhan nebin feramoş
diłber bo memê bikewne şînê
diłdar bixenin be derdî zînê
hawderd bûşin şitêkî xoşe
bê derd bigirin kenar û goşe
lam waye ewanî řast û pakin
diłřûnin û jîr û bîr řûnakin
hełbestê weha heçî bibînê
bo xanîNamed-Entity denêrê aferînê
herkes ke xuday biłind û pestî
pêy dawe beşêk le xoşewîstî
ba bên bibyen xoyan lebîr ken
korpey diłî hênde pêwe jîr ken
bîka biřê gwêy gyanî lê piř
małyawa le dił biken dû sê biř
hîwame le řast û bêgrêyan
nebyen le çinok û zorbiłêyan
em name ke xawe yan lebawe
sed řencî le řêgeda dirawe
sawaye, minałe, şîrnemiştû
tazebere, tazepêgeyştû
pêş min desî hîç kesî nedîwe
mîwey řezî xome nemdizîwe
ew mîweye xoşe ya ne tałe
diłbendî mine wekû minałe
hîwame bwêjî hawzimanim
tewsan negrête řołekanim
ew mîwe ke wişke, tifte, tełxe
xo kurdîye zor lelam benirxe
ew korpe dełêy ne nazenîne
çun noberemane xwên şîrîne
mîwey mine, xoşe, boy nemawim
korpey mine bote çawî çawim
xişił û cil û yar û zêř û zember
nemxiwastewe hî minin ser û ber
naw’axin û pît û tîp becarêk
řîzêkî wişêkî yan witarêk
hî xome le kes nehate çengim
xom xawenî kesim û xêwî řengim
em giftî şîrîn û bîrî sed cûr
pakî kiçe, tazebûk û řûsûr
xwaye mede destî pyawî lasar
ew diłberî şox û şeng û nazar
pařaneweme le xwêndewaran
bêhûde nekewme lêw û zaran
bo gałte nełên em û ewî bû
ba çakî biken eger kemî bû
çî pakij û çake perdepoşin
her diłçepełn ke geřfiroşin
hîwam eweye le merd û jîran
bo gep nebme nîşaney tîran
kirmêkim û, hawrîşme lîkawim
xořistim û xom le xom řwawim
kurdim le çya û kej û nizarî
çend gifit û wişêkî kurdewarî
lêm werbigrin be sîneyî řûn
lêmî negirin çi xoşe xoş bûn
diłpiř le řiqîş ke gwê bidêrin
çîyan lê dê kemayesîm weşêrin
abřûy bwêjî ba neřêjin
ger dekirê şitêkî baş bibêjin
bom pîne biken hełey zimanim
ba bênnewe bîr minîş lewanim