6

hoy em nûsîne û dad ledest gerdûnî çepgeř
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  888 views
tomez le wiřî û nezanî xanî
deştî hunerî be çolge zanî
wata ne be zîrekî û be jîrî
serberzîy hozî hate bîrî
lasarî hênaneber, beserçû
ba pêşî biłên le řêge derçû
paławî řijand û tiłtî noşî
wek farsî wa zimanî xoşî
honîwyetewe be bend û sałêk
boy mandû buwe behoy xeyałêk
bêgane nełên ke kurd nezanin
bê nûser û honer û zimanin
pêman nełê wêjewanî bîrurd
diłdarî nebû lenêw gelî kurd
kwa? êwe ne diłterin ne diłber
lem řêge ne řêřewn ne řêber
bêbeş le girey leşî û gyanî
diłřeş le ewînî řasteqanî
kurd hênde ne gêl û gêj û kasin
daxim ewe bêkesin, kesasin
jîr û bediłn gelêk dezanin
bê xêwîye bê ser û zimanin
bo meş ke hebaye xêw û serdar
bexşinde û jîr û zît û wişyar
jîrî û hunerî bedił kiřîba
jengî le diłî hejar siřîba
min êste le kořî wêjewanan
ałam deşeka le asmanan
demxistewe jîn melay cizîrî
pêm zîndû debû ’elî ḧerîrî
wa şad ebû pêm feqîhî teyran
gyanî be fiřîn dehate seyran
çi bikem! ke gelê kesade bazař
kûtałeke başe, nîme kiřyar
payey huneran be pare bende
herkes ke hejare karî gende
herkes ke le řêy diraw û qoşe
serxoşe, nexoşe diłperoşe
zanistê hemû bidey be pûłê
pêt wa nebê kes desî bicûłê
kes naka be meyterî xo camîNamed-Entity
řanagrê be nokerî nîzamîNamed-Entity
dîtman ke cîhan weha şêwawe
her ceng û hera leser dirawe
wîstim ke bibim be zêřdrustker
lêy kewtime kar û bom neço ser
ta bom wegeřê zyan le nîwe
çawim le şitêkî dî biřîwe
çun fêł û ferec ne pîşeman bû
bê nanî beşî hemîşeman bû
dîn řoyî diraw nehate ber bar
xom dawete misgerî be naçar
şêrawe bû xistimeder misî xom
wa pelk û binûs heye û niza gom
pařanewekem řiçêkî zanî
lew řêgewe geyme kameranî
ew pûle egerçî pare naka
tałayî jyanê çare naka
bê fêł û geře egerçî wirde
kirmancîye xoşewîstî kurde
řûsûre misî me xo ne zîwe
yan zêře biłên ke nîwbenîwe
pûłî me bebê nirx mezane
her pareye sûke bê nîşane
cwan bê kiç û kes ewî nexwazê
em heşbesere be çî binazê
nûsrawî hejar û bê penayan
bê başe le zarî padşayan
bê nirxe lelay gelêk le jîran
hêjaye lekin gelêk bebîran
meznî me ke jîr û çakenase
bom tênegeyendira çi base
ew mîre ke mîrezaye nawî
serçaweyî jîn û pîte çawî
tîşkî diłî řeş weřûn degêřê
pûlêkî çirûk dekate zêřê
sed mis bê ke çaw bigêřê pêda
serpakî debin be zêř lecêda
ger tûře bê zil dexate ber dest
diłxoş bê biłind deka şitî pest
wek dîl degrê ewanî paşan
wek řût bereła debin lepaşan
her řojê hezar nedar û bêcê
her tawê setî geda leser řê
gîrfan hemû daxnin le bexşîn
bo wane ne lemper û ne perjîn
çawêkî xişandiba be minda
depsa řegî bêkesîm lebnida
em gifte hemû debûne hełbest
wirdem wekû zêř deçû dem û dest
çibkem diłî hênde tê xizawe
cêgayekî bo me lê nemawe
ew xoşîye bes beşî nezane
xwaye temenî bidey cwane