5

bedbextî kurdan dełê û be merdayetyanda hełdełê
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1118 views
meygêř were to xuda desa dey
bom têke de camî cem qumê mey
ta pyałe le min cîhannuma bê
diłxiwazî me giştî aşkira bê
řûn bêtewe bom şitî nihênî
pirsêkî girane bom hełênî
řêwşiwênî wehaye çerxî gerdûn
newyayetîye lepaş berz bûn
bedbextî serî le ême dawe
tozkałê kemayesî nemawe
axo debê řû bikate kem bûn
ya xo her ebê be manî gerdûn
to biłêy ke hełê çi zû çi dêrêk
bo ême le asman sitêrêk?
bextî me le xew hełsitê carêk
carêk bikewête karubarêk
lên hełbikewê cîhanpenayek
peyda bibê bo me padşayek
bo nûkî binûs peya bê maye
şîrî hunerî me bête kaye
em bexteřeşey leser me řaka
kurdîş le cîhan birew peya ka
bo meş ke bibaye serbiłindêk
zorzan û bebîr û merd û řendêk
nexşê le dirawî meş dirabû
bê nirx û çirûk û baw nemabû
bê soye ke zêř û zîwî sakar
nirxî nîye çeşnî hî nîşandar
bo meş ke hebaye padşayê
xwa tancekî pê bibexşyayê
peyda debû řêz û gewreyî û naw
řeng û kirî meş dehate ber çaw
êmey le kesasî derdehêna
bêstanî hîway weber dehêna
tirkan nedebûn beser meda zał
bo kund nedebûyne lane û mał
çon bo ’eceman debûyne jêrdest?
jêrdestî şitî weha newî û pest
her řojî berê xuday twana
řom û ’ecemî leser me dana
bê şermîye jêrdesî emane
em şerme le pyawe gewrekane
şûreyye le mîr û namdaran
sûçyan çîye honer û hejaran
kê destî dirêj bikate şîrî
herçî byewê dexate gîrî
em bûkî cîhane bo kuřêke
şîrêkî be dest û şêrdiřêke
xişił û cil û şîrnî û nîşanî
bexşîne be bîr û řêgezanî
pirsîm le cîhan řeqî le berdî
nermît be çîye? gutî: be merdî
dinya ke weha be bexşiş û şîr
bo pyaw desemo debêt û desgîr
sa xwaye le to seyr demênim
lew gêje çilon serim derênim
kurd çon debê dîl û çareřeş bin
key řaste le xoşî dûrebeş bin
bo bexşiş û dił be naw û dengin
şêrin le hera, piłingî cengin
destiřijdî emane ḧatemêke
her gurdê lewane řostemêke
bo řom û ’ecem wekû dîwarin
em hoye ke wa kiz û hejarin
gopałî desî ewane êmeyn
bo tîrî beła nîşane êmeyn
xoyan le geř û heraye dûrin
kurd bend û kilîlî sersinûrin
yek hêrşî bo ser îdî bênê
her kurde debin şełałî xwênê
azayî û bexşişê bipirsî
merdayetîy û dił û netirsî
her bo kuřî kurdisan heye û bes
nedrawe leber ewan beşî kes
hêndey ke becerg û dûretirsin
kemtir le beyek geyîn depirsin
kes bo kesê nabê çawdeber bê
herkes deyewê zil û leser bê
lem serřeqîye û demarî zilyan
bêgane debin swarî milyan
her xoyetî zil, kewe û řeş û bor
her boyeye bûne hêzî xoxor
kurdîş ke bibaye yekdił û dest
destyan dekewt jyanî serbest
řom û ’ereb û ’ecem seruber
bo ême debûne ’ebid û noker
peyda debû baw û gewreyî û jîn
nawman der’ekird be bîr û zanîn
cyawaz debû giftî pak û napak
piř nirx û beřêz debû şitî çak