14

giriftarbûnî mem û zîn û sitê û tajdîn be dawî ewînewe
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  768 views
herdûk degeřan be bergî gořaw
řaman le şitêkî seyr û nakaw
dîtyan lepřê le her derêka
her kûçe û koşk û pencerêka
çend tazecwan le çeşnî serwan
parçey hemû cor û řeng leberdan
polpol kiç û law be destedeste
hêndeş ewe pîrî darbedeste
hênd zigzil û hêndî lat û lûtin
hênd poşte û hêndî řût û qûtin
hêndêkî giran û hêndê sûkin
hêndêkî zelam û hêndî çûkin
yek kałe lepê, yekêke pêxwas
yek qîje deka, yekê wiř û kas
yek serqijne, yekêk bekakoł
yek xoł wesere, yekê leser xoł
pîtołe yekêk, yekêk betîtoł
yek bołe dekat û yek řuwew çoł
mirkîwe yekê, yekê leser coş
hêndêkî xewałû hêndê serxoş
hêndê le biłind û hênd le çałn
heryek le hewayekî denałn
gwê piř bû le nałeyî bezaman
hertik be wirdî serêkî řaman
tajdîn le yekêkî pîrî pirsî
lalo çîye ew hera û metirsî?
pêy wit kiçekem dû nonemam kuř
emřo le me bûne mîrî serbiř
herkes ke bibînê em dû lawe
îtir eme hoşî na be lawe
wityan eto dîtin? ew çi řengin?
fermûy bełê dû kuřî çelengin
gutyan ke heyane tîr û xencer?
yan şîrî şetekdiraw le kember?
fermûy ke be sîleçaw û awiř
lem komełe bûne cerg û dił biř
lew pirs û werameda lenakaw
dił tirsî le çî bû hate berçaw
bê wêne du kuř, dû tazelawin
sêbengî biron û mesteçawin
yek řeng û şimek gelê teyarin
bêgane û řeng nenas dyarin
bałakełeget nyan û nermin
ta çaw deyewê benaz û şermin
her lew cê ke çaw kewt be çawan
yekcê fiřî hoş û dił letawan
firmêsk eřjan le çawî tajdîn
mem bû be befir le tawî hawîn
bew tawî cwanî tas û gêj bûn
bê hoş le çeqî řêga dirêj bûn
ew her dû kuřî benaz û nîmnaz
dîtin dû perî şehênî çawbaz
řojin wekû mangê řengizerdin
diłdar û şikawî berdî derdin
wek tazekujaw be hełbiłoqin
bew tînî ewîne hełdeçoqin
dû sware bezîne ser nêçîran
dîtyanin û kewtine çałî bîran
zanyan ke nêçîrekan qełew bûn
baz gîre le daw, ne ziřřekew bûn
wêstan û řwanîyan be germî
diłyan kułî kewtine barî nermî
lew cwanîye bem dû askane
sûta diłî em dû naskane
diłyan be diłî yek aşna bûn
dił awêne bûn û řûnuma bûn
dił bûne hewał le sûçî çawa
koçkirde bû dûdłî le nawa
xwa hêndî le xoşewîstî pêdan
diłdarî wehay leyek girêdan
detgût ke çwar gyane yek leş
gyanêke le çwar leşan buwe beş
řastit dewê her yekin leş û gyan
řojî berê yekyetî bû beşyan
gyanan hemû pêkewe teba bûn
katê ke le baregay xuda bûn
nardûnyete girtûxanekey leş
ewřoje cyawebûn be dû beş
hêşta biřê mirç û moř û girjin
ew tîreye nawniran be dujmin
destêkî le yekdî bûne diłdar
ew destî kewt jyanî řizgar
wê řojê legwêrey em sirişte
têkeł bû diłî dû cût firîşte
katê ke geyîne ser dû zamar
ew dû kuřî dîdemestî nazar
dû guł diłî daye dûy wekû guł
pişkût gułî dił řija kułî dił
bû řanî sitê serînî tajdîn
cêy girt serî mem le baweşî zîn
lêwyan dexşand be kułim û xała
çaw têr nedebûn le bejin û bała
wityan debê em kiçane çî bin
to biłêy ke firîşte yan perî bin!
ew mîwe le baxî kê çinawin
ew guł le çi gułbinê řwawin
dû tazenemamî kam derawin
řegyan be guławê aw dirawin
firmêskî le çaw û xwe le ser sing
lew dû gułî sîse bûne awing
serxoşî ewîn be bonî wa xoş
pêm seyre ke hîç nehatnewe hoş
ta bibne hewałî dîdemestan
engustîle derxiran le destan
gořyannewe kilkewaneyî xo
nayanewe daw û daneyî xo
hełmasî niqêm diran be şûşe
kar her be diłe, şitî dî pûşe
şîrnayetî cêjne bû be tałî
qał bûn be ewîn, bese minałî!
tawpeř bû û becê nema lewêman
xoş řoyîn û dûy nexoş becêman
tajdîn û memî be dił birîndar
pêwendî dû askî nask û nazar
wişyarewe bûn şewe, şewezeng
bes nałeyî dił nebê nîye deng
dû řojî be řoj win û nedîwin
wek mangeşewêkî řengipeřîwin
bê hêz û kiz û siř û kiř û tas
bê tîn û twan, hiř û wiř û kas
lawaz û zebûn û nîwemirdû
be şilêk û diłêkî cerdebirdû
ta geynewe mał be larelare
lêy bûne tixêł be cergî pare
ne ziman û ne ser, ne xwardin û xew
layan wekû yek bû řoj legeł şew