15

tajdîn û mem be derdî xoyan dezanin
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  695 views
ew baz û şehênî peřpiřûzaw
tajdîn û memî dû dîdedrwaw
bo poř û kewan deçûne řawê
çon řawê becûte kewtinedawê
lêy dan lepřunakaw birîskê
sûtan nebû hełbiden henîskê
ḧewřojeyî cêjne hat û çû xoş
em cûte le cê nexoş û bêhoş
çend řojî tirîşî hat be şwêna
seryan ke leser serîn hełêna
lêłayî le çaw, řengibziřkaw
tarmayî nebê nehate berçaw
tajdîn be memî degût eto kêy?
mem sił bû pitir leřastî hawřêy
derman û bizîşk û nûşt û yasîn
ta hatne ser yek û dû nasîn
xoyan dî le pêçî paçebendîyan
pêçraw leş û, gyan be çend kemendan
bê çaw û, bê dan û, aw û, bê taw
bê bał û le dił birîn û leş xaw
wek çawî cwan nexoş û serxoş
wek xałî leser řuwan syapoş
wek xunçeyî zarî yar diłteng
nałîn le řegî diłan wekû çeng
wityan debê bo çî ême wa bîn?
key ceng buwe ême engiwabîn?
yan bo çî weha kiz û zebûnîn
piř derd û birîn der û derûnîn?
bew gêjîye le gêjî bîr û xemda
tajdîn dî ledestî kakememda
engustîleyek niqêm le gewher
dernaka le nirxî kes serewder
wek denkî henar û agirî sûr
şew baye, deřoyî tîşkî bo dûr
nûsrawe leser wî nawî zînê
kêşay desî baştirî bibînê
mem dî ledesî ewîş nigînê
hêjay hemû gencî serzemînê
bê hestê ke seyrî kirde destî
řengîwe be nawî xatûn’estî
duřnasî cîhan leřast ewane
hêř û wiř û gêl û hîçnezane
sedhênde besengî gencî qarûn
her zêřî heye û heçî lenaw çûn
nahênê lewane hêşte heşt yek
hîçyan bo nema cya le pek pek
pek pek ke çi başin ew niqême
nasyan beme yarî dił řeqî me
herçyan be me kird sitî û zên bûn
wedyare ke fêrî dił dizîn bûn
gořyan le me xo, be bergî gořaw
lawlaw be dû law dehatne berçaw
ew bûn ke le řojî cêjne hatin
witman ewe mang û řoj hełatin
ew dû perîyane destiweşên bûn
ew xwênşîrînane xwênřijên bûn
ew bûn ke le ême bûne diłbiř
ew mamze bûn ke bûne şêrdiř
ew hoşî serî meyan řifandin
herzan bû le nirxî çawçiřandin
tajdîn kemê hoş û bîrî la bû
mem nabê bipirsî her nema bû
têy řaxuřî: mem! de heste bes bê!
ta kengê tixêł debî lenêw cê?
şîrîn eme ew dû askî małîn
şûreyye ledest ewan binałîn
mem hate wełam be nałenałî
tajdîn wedyare hêşta kałî
zortir le to xom şiłoq debînim
zor karîgerin hemû birînim
membîne ke wa leser zemînim
kujrawî ewînî çawî zînim
sînem hemû hencine be birjang
gyanim buwe gîr le mahî lacang
bê şwêne diłim le pirçî řeş da
wek neştere herçî mûn le leş da
bew şîrî biroy ke tazesawin
bendibendî dił û ciger pisawin
ara le çi cêyekim nemawe
to ew memî dîwte, nemawe
diłdarî beřastî day beserma
lew hêrşeda, ne dił, ne ser ma
gyan û ciger û dił û henawim
dest û ser û pê û pişt û çawim
swêndim be xuda nîyane aram
şêtin hemû la, lelam nema řam
ta min be demim demê dekem şîn
ew her yeke bo xo bang deka zîn!
wa diłřeqî bew jyane tałe
tûş bûm, û dełêy bese û menałe
wan bêłe be ax û dax û nałan
ba bêynewe seyrî çawkejałan