16

zîn û estê be çi derdê çûbûn?
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  750 views
her çûnewe małê bew cilane
řût bûnewe ew kemerşilane
herçende cil û şimek ke gořan
çon dênewe řeng û dił ke dořan?
diłdarî lenaw diłan xizîbû
guł řengî le kułim û lêw dizî bû
kes neydegut ew sitê û zînin
pêt wabû ke xełkî jêr zemînin
pîrêjnî dêwî em cîhane
tayen bû le koşkî em kiçane
ferhadkujekey lela tikêk aw
geřbazî benaw ḧeyze bûn naw
ew hat besera lewan demanda
çawêkî xişand be řûy kiçanda
dîtî, çi bibînê? dûy kiz û lat
ey xwaye emane çîyan beser hat
wa matî xeyał û dûre’agan
berçêłe winî deka çenagan
řûy řoj çîye, bûne mangî yekşew
çawbaz kiřn emřo bûne mêkew
xwên bûnete befrî tazebarîw
yaqûtî dû lêw sipîn wekû zîw
kwa kate ke zerd bibin gułî sûr?!
dek řołe le çawî pîs û bed dûr!
ey hêzî dił û kizey henawim
heryek lewe řoşnayî çawim
parêzerî êwe her xuda bê
bała û hemû katê bê beła bê
wa êwe ewend le bend û berçaw
çon çûne derê becûte bo řaw?!
çon wa zû geřanewe berew mał?
çon seyru nekird le cêjnî sersał?
bêjin şiteke çîye û çi řenge?
sergêjîye yan xeyałî benge!
gîran be çi dawê? çon telêke?
hoy agire herçî dûkełêke
dengê biken û neken kiçanim
min boxo hemû şitêk dezanim
qûmêkî depêjim û deřêjim
çû dîwe leřêwe pêw debêjim
şîşoqe û murû têkeław kem
çîtan le diłaye lêw biław kem
gutîyan bedzî be pîrezałê:
lew katewe çûyne der le małê
herkes ke duçarî ême bû zû
şêt bû, dił û huşîyan le des çû
em zorîye zore hate řêman
pêwendî ewînê hate pêman
şêt bûn beme û day le seryan
êmeş ewe bûyne şêtî peryan
her bîstî leman, emane daye
lûsayî zimanî kewte kaye
çawmes, deserû geřêm hezarcar
êwey kiçî patşan û xunkar
kê bê ke bibê le êwe bê bak
kê bê ke nedat be êwe pîtak
destan ke be destî herkesê da
deyda ser û gyan û dił le řêda
nexwaze ke êreyî bê diłdar
min bîgemê êste dête ber bar
kam darî biłînde daydehênim
her şêtî dekem diłî desênim
witîyan hemû waye herçî deyłêy
nasrawî le lanî ême, to kêy
dermanî birînî «se»t ledest dêt
şermêke demangirê biłêyn pêt
derdî me gelêk be êş û oye
řê kwêre be diřke, piřkiłoye
çendey heye kîj û kuř le botanLocation
çendihênde ke naw birawe botan
herkes be cwanî nawî daxen
nûsraw le syayî êmeda hen
lem şare heçêkî mesteçawin
dîwmanin û giştî nasrawin
îmřoke dû kiç be ał û wała
wek yek be şimek be sał û bała
dû řoj ke hełên bizane hew bûn
henyan wekû mangî çardeşew bûn
tûşyan bû be tûşman lenakaw
çon dił nepeřêt û aw neka çaw
her çûyne nizîkî wan be dîmen
dîman ne le aw û gił wekî men
wedyare firîşte yan perî bûn
dû sêwî beheştî dawerîbûn
ew bo me becûte kewtine dawan
êmeş ewe şêt debîn letawan
řûman wekû mang û řojê wa bûn
ew awêneyekî řûnuma bûn
ew şûşe emîş çiray beranber
tîşkî me geřawe bo me lew ser
şoqê ke geřawe day le ême
tawandî diłî me hay le ême
serkułmî me agirî begiř bûn
ew wek dû çiray le řonî piř bûn
giř girtîy û kewte her dû laman
dił bote mekoy birîn û zaman
sûtayn giş û êste koy zuxałîn
lat waye ke nuqmî naw xeyałîn?!