17

sergerdanîy tayen lem witane
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  697 views
dayen serî sûř bû lem witane
řûy kirde kiçan witî: çitane?
çon êwe neçûn be tîlî çawan
kuř řawken û dił berin le lawan?!
boxo kiç û kiç debin be yarû?
lam waye şiłoqe kar û barû
diłdarî kiçan le êwe naye
kes naçte semaye bew hewaye
pêwîste kiçan be kuř binazin
lawîş gereke kiçan bixiwazin
bêhûdeye kiç le kiç ke cûte
law, lawî bwê le hozî lûtNamed-Entitye
kiç sûrgułî desçinî xudaye
kuř awî jyane, jînî laye
kuř xwên û kiçîş leşin heta cwên
bê xwên leşin û leşanî bê xwên
ta bê kiçe kuř, şewe bebê mang
ta bê kuře kiç, nwêjî bê bang
kiç bo kiçî çon be hawserî bê?
ca ba kiçî patşay perî bê!
ger guł le gułan bibin be diłdar
ba xołî weser bê bulbulî jar
xusrew ke neba swarî şewdêz
şîrin le şekir debû be perwêz?
ferhad û şîrîn eger nebûna
řûşêk nedehat be bêstûna
ew giş kuř û kałe hen le şara
begzade û sade, saz û dara
çûn û diłû da be dû kiçołan
çiłkawçiłepênî derk û kołan
bê nawwinîşan û kesnenasan
karêke ne hênde sûk û hasan
min dêmewe hîç mebin herasan
xew dîten û hêşte her le tasan
ew çełteçełit ke geyye gwêy zîn
têy řaxuřî: besye pîrî serşîn!
nazanî dełêy çî konefertût
hoşt nîye çî dełêy û çit gut
netut ke qum û giłî beba key
pêt dekirê nihênî aşkira key?
êstake dełêy xeyał û xewne
bîrit wekû xot řizîw û kewne
ew cûte, firîşte yan perî bûn
kiç yan kuř û kê û kwênderî bûn
dîwmanin û deştewê nîşane
engustîleyan le pencemane
ger cadûgerît ne her zimane
byanbînewe xêwî kilkewane
pîrêjnî zimandirêj û cadû
derxen ledes! we gutî: deca zû
ta řoj ewe dest be desniwêjim
xew naçejim û qumê depêjim
xêw yan çi perî û çe dêw û xêwe
deynasim û pêw dełêm leřêwe
gurcê sitê daye hengulîsk
zîn dadî deda degeł henîsk
pařawe le tayenê be giryan
lêm dûr bê ciger debête biryan
gomêke le xwên diłî hejarim
herçende biłêy ewend pejarim
ewkate ke gêjî dił decoşê
gyanim berew çûneder dekoşê
fênkî kułî diłme ew niqîme
lêm win bê ciger debête qîme
swêndit be xuda dedem gelê zûm
bo bênewe, takû boy nemirdûm