18

tayen deçte kin nuştenûs
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  590 views
pîrêjnî selketepłegwênî
bûlêłe ke derkewt nihênî
xoy kird be kułîtî caduwêkda
tortoy demî selim û tûrî lêk da
min bêwejnêkî bê pesîwim
bê xane û lane û bê bijîwim
perjînê beguł bê dû kuřim hen
dûy bêkesî zor şiř û wiřim hen
ewřoje ke bibwe cêjnî sersał
xot řenge bizanî çone mindał
çûbûne geřanî çoł û deştê
tûş bûn be řimûznan le geştê
hatûnewe şêt û řengibziřkaw
ne şitêkî dexon ne lêk denên çaw
bê hoş û ziman, lecêwe kewtin
nemmawe ḧesanewe û sirewtin
dû mênekeyan le destî nawin
desyan lê weşawe engiwawin
biřwane çîye? biłê bizanim
derdit le kizey dił û gyanim
fêdarîye, şêtîye, dił êşe
çarem be çîye û çi řêm le pêşe
herçî heye lem duwaneřaye
ałe û şewe destîyan tyaye
xêwyan çi miro, çi xêw û dêwin
pêmî biłê kên, çin û çi nêwin?