19

From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  690 views
cadûgerî jîr û sûk le şanan
zana be gelê wişe û zimanan
amraz û pisûlekoneřanan
deyřiwanî le sûřî ’asmanan
«cûtey kew»y geş nizîkî yekdîn
derçûn ewe bûn sitê û tajdîn
sûřandî geyşte leyl û mecnûnNamed-Entity
beryan temî xem bû û zîn û mem bûn
cadû gutî besye pîredaye
hênd zore dirot dwayî naye
lêm bûy be gurîsî naw hemane
řastî bike pîşe bes lemane
kwanê kuřî çî? hełî debestî
hatûy ledû karî zîn û estî
lew deşte le řojî cêjnî newroz
tûşyan bû be tûşî dû kuřî qoz
dû mang û dû řoj beyek geyştin
yekdem dem û dił deyek geyştin
em cêjne ke dê le kurdewarî
zor pîşe û bawe kosekarî
bo bergî kuřan le estê û zîn
le kuřan bû cilî kiçane perjîn
ew bûn le giřey ewînî bêhoş
em bûn le meyî cwanî serxoş
ew sûtełî giřmelay ewînin
em tînûyî kerbelay ewînin
gořyanewe kilkewane dû cût
şîşoqeyî şîn be nirxî yaqût
tayen gutî tom geşey diłanî
pispořî hemû şitêk dezanî
ew cûtekuřey ewende qozin
kêhe řegezin le kame hozin
begzade û xanedanî şarin
yan borepyag û bab hejarin?
fermûy le řewştî diłteřîda
sewdaye heye dełên lewîda
dû dił ke be yektirî geyştin
pêẍember û xwakeyan le piştin
nexwaze ewane dûn şirîn kuř
mirwarîye yek, yekî wekû duř
yek řołeyî nûserêkî mîre
yek xizmî nizîk û bab wezîre
ew tayenî piř biř û behane
pêy gut ke nîşane nîn emane
diłdarî sitê û zîn hezare
heyhû! çi hezare, bê jimare
«karwankuj»y çawî ew duwane
pîrîş dekujê çi cay cewane
lêt řûne ke çende lem cizîrLocatione
begzade û xan û mezin û mîre
çakey bike perdepoşî lade
kên em duwe sade gewrezade
biřyar bê bizanim û byandiwênim
çil zêřê bisênim, botî bênim
cadû gutî xot webîne şwênê
bîpşikine giş kel û kulênê
herkes ke dełên kize û nexoşe
bo dîtnî gurcê tê bikoşe
ger xot bikeye bizîşk û zanyar
çawit dekewê be her dû diłdar
em cûte firîşte bo cwanî
byanbînî demewleḧast dezanî
nexwaze le dest niqêmî řengîn
řengîne be nawî estê û zîn
lewkatewe pîre bû be luqman
tûrbên piřî şûşe’aw û hetwan
derman hemeřenge, toz û neşter
kołanî depşikinîn seranser
hêdî û miř û mûç û kûř û çawzît
pêy wabû bizîşke herçî deydît
gurcêkî geyşte pîşekaran
zûy dîtewe cê temałî yaran
pirsyan çi kesî, erê pîrêjin?
fermûy jinî çî? bizîşkê bêjin
çarî hemû derdê baş dezanim
pispořî dû janî zor giranim
çî êşî diłan û janî gyane
destî mine çaresazî wane
gutyan çîye janî gyan, çi core
janêke witî nîşanî zore
derdêkî gelê giran û sexte
çabûnî girêdrawî bexte
ew êşe le êwe dûr, gelî kuř
tîşkêke leřûy kiça cigerbiř
katê der’eçê wekû birûske
bê giłp û giř û bebê tirûske
bê zam û şikist û bê birîne
ew jane ewîne, zor betîne
deyka be xełûz dił û henawan
xwên fîçqe deka le dił, le çawan
wityan were ser dû çawî ême
bew jane dejîn dû lawî ême
dey bîxere řû heçêkî pête
çawî me le pîtî dest û pête
herçît bwê gurcê dête ber des
hênd zêř berewe heta dełêy bes
tayen ke geyîşte ser nexoşan
zanî be nyaz geyî nepoşan
fermûy betenêw debê bibînim
wa baştire şarezay ewînim
carê debê têw bigem, lepaşî
dermanu bikem bikewne başî
hawřê hemû çûne der lelayan
tayen tekî da betek birayan