çîrokî legleg

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 4 minutes  787 views

le komełî kurdewarîda zor zana û pispoř hełkewtûn ke bedaxewe be hoy nebûnî kitêb û nûsrawe be zimanî zigmakî û zał bûnî nexwêndewarî û bayex nedan be zanist, asewaryan kemtir le paş be cê mawe. eger deretanî lêkołînewe le barey ew hełkewtuwaneda hebê, derdekewê ke le zor řiştey zanistîda çazanî waman buwe ke kemwêne bûn.

le nawçey gewrkî mehabadda gundêk heye be nawî «qozliwêy gewre», le ser řêgay ew gunde ke be dołêkî bijwên û xoşda řadebrê, tepkêkî lêye ke asewarî xanûbereyekî lê mawe. lew tepkeda du bira jyawin be nawî mela «dawid» û mela «’ebid» ke le tayfey sekiran bûn. ew dû biraye ke be ḧîsêbgerî û estêrenasî nawbangyan derçuwe, le zanistî nicum û hî’tida bilîmetêkî bêwêne bûn. ewan řoj’ejmêrêkyan bo wiłatî ême danawe ke êstaş le beşêk le kurdistan betaybetî le mełbendî menguřayetî û gewrkayetîda bawe. ew birayane zor şitî tazeyan keşif kirduwe ke ta ewdem kes fîkirî bo neçuwe. yekêk lew şitane emeye ke eger genmî «simewec» ta se’at 12y řojî 20y řeşeme dabçêndirî şîn debê û guł deka, bełam eger le se’at 12 labda şîn debê, bełam guł naka. yekê dî emeye ke eger legleg ta se’at 12y řojî 20y mangî řêbendan hêlkey bika, cûckey hełdênê, bełam le dway ew kate nabête cûcke. řenge binaẍey řoj’ejmêrekey dayannawe her le ser ew şitane bûbê ya pêyan wa buwe ke sałî wiłatî ême de řoj zûtir le sałî hetawî dest pêdeka.

«çîrokî legleg» ke pêwindî legeł ew birayane heye bem çeşneye ke řojêk le mangî řêbendanda ke legleg le wiłatî germênewe degeřênewe bo kurdistan, mela ’ebid dway lêkdanewe û ḧîsêb kirdinî dełê řojî heynî dahatû legleg dênewe. mela dawdîş paş ḧîsêb û fîkir û lêkdaneweyek dełê řojî heynî nagatewe êre. her kamyan le ser bîr û řay xoyan pê deçeqênin û girêw deken û dełên qisey her kamman we řast negeřa, kiçekey xoy bida be kuřî ewî dî. paş ew qerar û peymane şewî heynî lay nîweşewê mela ’ebid ke pêy wa buwe legleg degeřêtewe, hełdestê debînê hêlaney legleg le ser qełaxedewey betałe û leglegekey nehatotewe. zorî pê seyr debê, deyzanî ke ḧîsêbekey řaste û debwaye legleg hatbawe. le serřa deçêtewe małê û berjewendîyekî karubarî felekî deka û le dwaye kuřekey le xew řast dekatewe û dełê:

- legleg geřawetewe, bełam leber tewjimî serma û soł hêzî geyştinewe bo êrey nebuwe û ewe le «şêx hemze» da kewtuwe. zû biçû bîhênewe, dena emşo serma řeqî deka û girêwekey dedořênîn û xuşkîşt deçê û jinîşt we çing nakewê.

kuřekey her bew nîweşewe bew naw û nîşaney le bawkî werdegrê we dway legleg dekewê û debînê qisey bawkî řaste û legleg leber serma û sexłet hêzî lê biřawe û le befreke kewtuwe û biřistî hełfirînî nîye. leglegey dênnewe û le ser kursî daydenên ta germ bêtewe û hêzî bêtewe ber. ber le melabangidanan leglegeke ke debûjêtewe deben le ser qełaxedewey dadenên.

beyanî mela dawid ke pêy wa debê legleg nagatewe hêlanekey, katê debînê ewe geřawetewe û le nêw hêlaney le ser qełaxedewey hełnîştuwe, serî sûř demênê û bîr dekatewe û dełê:

- legleg be xway be bałî xot negeyştûyewe êre û hênawyanî, dena kwa bem sermaye twanîwte bigeřêyewe?

ew pispoře zanîbûy ḧîsêbekey řaste û legleg degeřêtewe, bełam serma û soł û bestełek le pêy dexa û nahêłê bigatewe hêlanekey. le ber ewe debê ke zû bîrî bo ewe deçê ke be destyan hênabêtewe. mela dawid bew çeşne girêweke dedořênê û kiçekey deda be birazakey xoy.