mosîqay xomałî

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 7 minutes  1477 views

hunerî her wiłatêk wêjerî bîr û biřwa û wez’î řûḧî û komełayetî xełkî ew wiłateye. le wiłate řoj’awayîyekanda ke zorbey xełk le keyf û nehengî xoyan dan û legeł xem û pejare aşna nîn, huner betaybetî mosîqa şad û bezmisaze, bełam qulekanî afrîqa ke be dirêjayî mêjû le tirs û diłekute û nesrewtinda jyawin û hemîşe çaweřêy diřinde lêřewarîyekan û diřinde řoj’awayîyekan bûn, be ser tewawî hunerekanyanda hewrêkî tirsan û hawar kirdin kişawe ke le jyanî piř le çermeserî û derbederî û nahêmnayetî ewan serçawe degrê.

nûsrawe, hełbest, wêne, mosîqa û begşitî hemû hunerî ew wiłatane piře le dad û hawar. dad û hawarêkî kes gwêy nadatê û le firyayan naye. hunerekanyan - betaybetî mosîqakeyan - basî tirse, basî diłelerze û diłekute û ser lê şîwan û hełat hełatêne. mosîqay afrîqa ke be «caz» nawbangî derkirduwe, ḧałetî cařz bûn, tirsan, bêzran, hawarî bê akam û xemî bere û mirdin çûnî lê debarê.

hunerî wiłate řojhełatîyekanîş ke jyanyan le řabirdûda piř buwe le xem û tem, kwêrewerî û kem û kûřî, têkşikan û şemzan, dîlî û kwîleyî, şîn û giryan ḧałetêkî xembarî û diramatîkî heye. her ew ḧałete kêş û cezebeyekî taybetî deda be hunerî řojhełatî ke derdi’aşnayan û lêwbebaran û xemdaran ḧezî pêdeken û pêyan xoşe. hunerî kurdewarîş ke beşêke le hunerî řoj’awayî, lew kêş û cezebeye bêbeş nîye. lêreda namewê basî hunerî gelekeman be giştî bikem û tenya le ser mosîqay kurdî deřom.

le zemanî madda «gase» kanî zerdeşt ke çeşnêk hełbestî ayînî buwe, be heway taybetî gutrawin, «gas» yan «gat» yan «gase» be zimanî madî wata bang kirdin û hera kirdin. emnîş wek mamosta «hejar» le ser em biřwayem ke wişey «gaz» le kurdîda ke her ew manayey heye, heman «gas»e ke wek zor wişey dîkey madî le nêw kurdanda her mawe. be hoy asewarêkî ke le destidaye, ewdem hêndêk emrazî mosîqa ke wek «tepił» û «tar»y emřo çuwe, baw buwe.

bêcge lew gasane, le mosîqay zemanî pêş îslamda ke pêwendî legeł mosîqay emřoy kurdî bûbê, tenya agaman le «sirûdî ehora» ye.

«ehora», sirûdêk buwe ke be ehoremezdada hełgutrawe. hewakey be tewawî wek «hore»y emřoy kurdî buwe. gutin û xwêndinewey ehora bem çeşne buwe ke be pişûyek cumleyekyan gutuwe. emřokeş hore bem çeşneye û horebêj be pişûyek cumleyek dełê. ew çeşne gutne, karî le edebî îslamî kirduwe û xwêndinewey quř’an kitêbî asmanî musłimanekan le xwêndinewey ehora lasa kirawetewe û be pişûyek cumle yan ayeyek dexwêndirêtewe ke pêy dełên «ticwîd». dyare wişey horeş her gořdirawey «ehora» ye.

dway hatnî îslam, le mosîqay konî kurdî bełgeyekman be destewe nîye, tenya beytekan nebin ke zoryan le sedan sał le mewber boman mawnewe. her yek lew beytane be hewayekî taybetî degutrên. bêcge lew beytane, mosîqay kurdî le řabirdûyekî dirêjda birîtî bûn le hêndêk şê’rî ayînî be taybetî hełbestî derwêşane û hêndêk goranî bezmî û řezmî. emrazî mosîqaş birîtî bûn le tepił, dû tepił, dehoł, defe, dimbeg, dûzele, naye, bilwêr û şimşał.

zewqî selîm û meyl be huner le nêw kurdanda bote hoy xułqandinî deyan û sedan heway corbecor, bełam bedaxewe daneranî ew hewayane le řabirdûda boman řûn nîn ke kên, tenya ewey ke le řabirdûyekî nîzîkda nawbangî derkirduwe xwa lê xoş bû «wefayî»e ke hem şa’îr buwe û hem ahengisaz, bełam ew hewayaney ke wefayî bo hełbestekanî xoy sazî kirdûn, zortir le hełbestekanî nawbangyan derkirduwe û baştire biłêm hunerî wefayî le aheng sazkirdinda zyatir le hunerî şa’îrî ewe. hewakanî wefayî mayeyekî derwêşane û hewênêkî ’îrfanyan heye, her boye be heway asmanî û řûḧanî xoyan le dił û gyanî bîserda kar deken. lêreda be pêwîst dezanim yadêk le hunermendî gewre û dengixoşî benawbang kak «miḧemmed mamlê» bikem ke le řagirtin û parastinî hewakanî wefayîda be - řastî dewrêkî girîngî heye.

goranîye kurdîyekan le hemû dezgayekî mosîqada gutrawin û corbecorin, betaybetî lem dwayîyaneda aługořêkî girîngyan be serda hatuwe û berew pêşkewtin çûn. beytekanîş ke her kam aheng û hewayekî taybetîyan heye, beşêkî girîng le mosîqay kurdî pêk dênin. qam û goranî û beytî kurdî hem be deng gutrawin û hemîş be dûzele û naye û bilwêr û şimşał lêdrawin.

zorbey hełbest û şê’rî qam û goranîyekan folkilorîkin, bełam lem dwayyaneda le ser şê’ir û hełbestî şa’îranîşda hewa saz kirawe.

bêcge lew beyt û goranîyane ke hełbest û şê’ryan heye, heway waman heye ke bebê ewey şê’ryan hebê mebestêk degeyênin wek «bûk û xesû» û «hewarebere» ke be bilwêr û şimşał û naye lêdedrên.

«bûk û xesû», şeř û kêşe û nakokîyekanî nêwan bûkêk û xesûyek degeyênê ke bedaxewe le komełgay kurdewarîda zor debîndirê. xesû be ser bûkda deguřřênê û tûře debê û pirit û bołe deka û bûkîş be dengêkî lerzok û feqîrane le xoy dîfa’ deka.

«hewarebere», basî şwanêkî lawe ke aşqî kiçêke û le ber cyawazîy çînyayetî natwanê be miradî diłî biga û kiçeke bixiwazê yan tenanet le nîzîkewe qisey legeł bika. ca hemû řojê ke meřî birdote leweřê, be bilwêr řazî diłî xoy pêřageyanduwe û tenya kiçeke lêy têgeyştuwe ke dełê çî.

řojêk ke şwane meřekanî bo leweř debate derewey awayî, cerde deçne serî ke meřekanî lê bistênin. şwane le beryan depařêtewe û dełê emin em meřanem zor xoş dewên, lêm geřên ba nextêkyan bilwêr bo lêdem ca byanben. cerdekan bezeyîyan pêda dê û îcazey pêdeden. şwaneş be bilwêr be girawîyekey xoy řadegeyênê ke cerdem hatûne ser, xełkim be hawaryewe binêre. tenya kiçeke lêy têdega ke dełê çî. ca be xełkî awayî řadegeyênê û xełk deçin le çing cerdan řizgarî deken.

wekû gutim «bûk û xesû» û «هەûاەبەرە» tenanet wişeyekîşyan têda nîye û tewawî ew qisane be bilwêr yan şimşał yan naye degutrê û bîserîş be başî lêy têdega.

gelî kurd ke sedan sałe be swarçakî nawbangî derkirduwe, bo swarîş le mosîqa kelkî wergirtuwe, bem çeşne ke be dû tepił çend heway corbecor lêdeden ke her kam manayekî taybetî heye û mebestêk řadegeyênê wek kobûnewe û swar bûn û weřê kewtin, piřtaw, řimbazên, hêrş birdin û....

emřo ke zanistî pizîşkî û řewanşinasî sûrî kirdotewe ke zor nexoşînî wa heye be mosîqa çar dekirê û nyazî be derman nîye, ke çî kurd le mêje ew meseleyey dezanê û deyan û sedan sałe boy řûn botewe ke mosîqa le dił û gyanî nexoşda karîye. her boye hêndêk nexoşînî wek espek le kurdistanda be mosîqa ’îlac dekirê.

hîwadarim lawe mosîqazanekanman wiçan û derfetî eweyan hebê ke bitwanin be mosîqay netewayetîman geşe biden û be ko kirdinewe û řêkupêk kirdinî hewa corbecorekan le fewtan û le nêwçûnyan bergirî biken.