şê’rî kurdî

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 16 minutes  6202 views

mirov lew katewe ke twanîwye bidwê û qisey diłî be wişe be gwêderî řabgeyênî, şê’rî nasîwe. mirov yan ew gyan le bere jîre ke zûtir le hemû gyandarêk twanîwye le hêzî mêşk û bîrî kelk wergirê û berew şaristanîyetî hengaw hełênê, yekem şeqawî lew řêga dûrudrêj û bê dwayîyeda řêkupêk kirdinî deng û bang be şêwey «wişe» buwe. le pêşda ew wişane pitir yek yan dû biřgeyî bûn û wirdewrde pê be pêy serkewtin le teng û çełemekanî jyanda biřgey wişekanîş zyatir kirawin.

mirov ke le hemû gyandarêk zyatir hestî be xoşî û naxoşî, xoşewîstî û qîn, ḧez û bêzran, pejare û şadî, serkewtin û têkşikan, hîwa û nahumêdî, ewîn û bêzarî, pêk geyştin û çaweřwanî, peroşî û tirsan û ser sûřman û... kirduwe, ew hestaney xoy be goranî û qam - her çende be şêwey seretayî bûbê - derbiřîwe. dyare goranî û şê’rîş natwanin le yek cya bin. ew şê’ir û goranîye wekû hemû barêkî jyanî komełayetî nextenexte řêkupêktir û wêçûtir buwe ta geyştote emřo.

ta ew cêgayey ke mêjû řûnî kirduwetewe çend lik le řegezî arya le bakûrewe berew êran koçyan kirduwe ke girîngitrînî ewan birîtî bûn le madekan, partekan, parsekan, ermenîyekan, sekakan û.... madekan le deryay xezerewe ta sûrya danîştûn ke kurd û luř û gîlek paşmawey ewanin. zimanî madekan be aługořêkewe êsta le gîlan û luřistan û kurdistanda qisey pêdekirê û ew zimanane wişey têkřayî yan nîzîk be yekyan zore.

partekan le lay řojhełatî êran wata le xurasan û efẍanistanda nîştecê bûn. parsekan başûrî êranyan bo danîştin hełbijarduwe. ermenîyekan le mełbendî ermenistan û bakûrî golî wanda nîştecê bûn û sekakanîş cêgeyekî taybetîyan bo danîştinî wêkřayî hełnebjarduwe û le madistan û başûrî êran û efẍanistanî êstê û çend cêgay dî biław bûnetewe ke le kurdistanî emřokeda tayfey «sekir» paşmawey ewanin.

benawbangitrîn şê’rî zemanî mad «gase» kanî zerdeştin ke le nêw xełkida baw buwe. le dway mad le zemanî sasanyanda «ehora» sirûdêkî ayînî buwe ke êstaş be nawî «hore» be nêwerokêkî dîkewe le nêw kurdanda her mawe û her bawe. ew sirûde le ser kêşî biřgeyî buwe.

şê’rî kurdî, be giştî dû beşe: folkilorîk û nûsrawe, folkilorîkekan be şêwey beyt û hełbest û goranî û... hemûyan le ser kêşî biřgeyîn. şê’re nûsrawekanîş le hewełewe be şêwey biřgeyî bûn. le kontirînî ew şê’rane hełbestekanî «pîr şalyar»e. pîr şalyar, xełkî hewraman buwe û bo ayînî zerdeştî teblîẍî kirduwe û kitêbêkî buwe be nawî «marîfet» ke be «marîfe ta pîr şalyarê» nawbangî derkirduwe. pîr şalyar hawzeman legeł wedî hatnî ayînî îslam jyawe. giłkoy pîr şalyar le hewramanî texte û xełk bo zyaret deçne serî. be nawtirîn şê’rî pîr şalyar em çwarîneye ke pêşbênîy dahatûy kirduwe.

werwêwe waro werwe werêne

werêsêw biřyo çwar serêne

goşe łê mêryo dwe berêne

ker geře şełê hêłe çermêne

 

wata:

befrêk debarê (ke) befirxorkeye.

(eger) gurîsêk bipsê, çwar serî lî peyda debê.

(eger) dîze kun bê dû derke peyda deka.

mirîşk řeşe (bełam) hêlkekey sipîye.

mebestî pîr şalyar emeye ke ayînêk dê ke ayînekanî dî le nêw deba. pîr şalyar lem şê’reda zerdeştîyekan bo yekêtî han deda û dełê eger piştî yek negirin weg gurîsî pisaw debne çend let yan wekû dîzey kun, bê kelk û bê nêwerok debin. le dwayîda hîwadaryan deka be dwařoj û dełê nabê nahumêd bin û îşare be hewrî řeş deka ke baraney sipî be dwawe.

xuda lî xoş bû duktor «se’îd kurdistanî» pêste’askêkî ke le mełbendî suleymanîyeda dozrabuwe û em şê’raney be xettî pehlewî û be zimanî kurdî le ser nûsrawetewe, dawyetî be «mililk alşi’ra bihar» [melekulşu’era behar]. «řeşîd yasemî» ew şê’rey le kitêbî «kurd û pêwendî řegezî û mêjûyî ew» da hênawetewe û bedaxewe hêndêk le wişekanî gořîwin. ewey ke «mililk alşi’ra bihar» [melekulşu’era] le kitêbî «sebik şinasî» da hênawyetewe bem çeşneye:

hurmuzgan řiman, atran kujan

huşan şare we gewregawran

zorkerî ereb kirdina xapûr

gunanî pałe beşî şarezûr

jin û kenîka we dîl bişîna

mêrd aza telî jirûy hwîna

řewş zerduşter manene û bê des

be zîka nîka hurmuz we hwîç kes

 

wata:

cêgey ehoremezda (mizgewt) řûxan, agirî (zerdeşt) kujanewe.

gewrey gawran (zerdeştyan) xoyan şardewe

’eřebî załim wîranî kird.

gundekanî «pałe»y beşî şarezûr.

jin û kiç be dîl gîran

pyaw’azakan le xwênda tilan

ayînî zerdeşt bîhêz mawetewe

ehoramezda be hîç kesda bezeyî naye

 

ew şê’re wekû řeşîd yasemî denûsê hawzeman legeł hêrşî îslame.

bêcge lew şê’rane, le kontirîn şê’rî nûsrawey kurdî ke be destiman geyştuwe, dîwanî «feqê teyran»e ke le sedey nohemî koçîda jyawe. ew dîwane le kitêbxaney moskoda řagîrawe. her weha şê’rekanî «mîrza serheng xan ełmasî» ye ke xełkî kenûley kirmanşan buwe. nawbirawîş le sedey nohemda jyawe û be zimanî hewramî şê’rî danawe ke be nawtirînî ewan «leylî û mecnûn» û «şaname» ye. ew dû kitêbe legeł leylî û mecnûnî nîzamî û şanamey fîrdewsî cyawazî heye.

le sedekanî dwayîda asewarî zor şa’îr û nazmî kurdî çap û biław kirawetewe ke zorbey ew şê’rane piřye le wişey bêgane betaybetî ’eřebî. le řabirdûda be hoy zał bûnî ferheng û edebî ’eřebî be kar hênanî wişey řeq û teqî ew zimane hoy zorzanî û lêzanî û çazanî buwe.

lem dwayyeda şê’rî kurdî çi le barî kêş û çwarçêwewe û çi le barî nêwerokewe aługořêkî girîngî be serda hatuwe û berew pêşkewtinêkî geşedar hengawî hełênawetewe. wekû îşarem pêkird karwanî şê’rî kurdî çi be şêwey kilasîk û çi be şêwey nwê le mêje weřê kewtuwe, bełam zorî pêdewê ke kendukosp û berhełistî řijdeřêy welanê û bigate menził. bextewerane şa’îrî lawî waman heye ke hîway dwařojî edebî kurdîn wek: hełu, hêdî, hełweda, şerîf, bêzar, lawên, řeşe, wirya, aşq û....

erkî şa’îre lawekanmane ke bo geşedan be edebî kurdî be tewawî twanay xoyanewe hengaw hełênin. bo biřînî ew řêga dûrudrêj û piř le kendukospe debê xoyan amade biken wata wêřay fire kar kirdin û kurdî baş fêr bûn û xwêndinewey şê’rî şa’îranî pêşû, debê le destûrî şê’rîş agadaryan bê ta bitwanin wek estêreyekî piřşingidar le asmanî edebî kurdîda bidrewşênewe.

be min, le şê’irda çend şit debê le ber çaw bigîrê:

1. şêwey şê’ir: le şê’rî kurdîda dû şêwey kilasîk (kon) û azad (nwê) bawe.

le zimanî farsîda zor le mêj nîye ke şê’rî nwê hatote gořê. yekem kesêk ke çwarçêwey şê’rî konî le zimanî farsîda têkşikand, ’elî esfindyarî «nîma yûşîc» bû ke yekem şê’rî be nawî «efsane» nawbangî derkird û le sałî 1300y hetawî bem lawe şêwey şê’rî azadî kirde baw, bełam le zimanî kurdîda be le ber çaw girtinî beyte konekan wek beytî gułê û beytî mem û zînî kokirawey oskar man wa derdekewê ke le mêje kurd gwêy be hełbestî nwê řahatuwe.

şê’rî azad çend îmtyazî be ser şê’rî kilasîkda heye, bem çeşne:

le şê’rî nwêda mebestêk dest pêdekirê û heta dwayî şê’reke dirêjey heye, bełam le zorbey şê’rî kilasîkda şa’îr le mebestîk baz dedate ser mebestêkî dî, wek şê’rî «nasorî teşena»y mamosta hêmin ke em dêřaney têda debîndirê:

mişt û małî dewê awêneyî jengawî xeyał

mest û gêjim ke heta gałe be camî cem kem

 

lêreda şa’îr dawa le meygêř deka bo labirdinî xem û pejare û nařaḧetîy xeyał serxoşî bika. le dwayeda dełê:

pîr û zurhanim û êstaş diłekem her deyewê

ser û małim be fîday xał û xet û perçem kem

lew dêředa şa’îr basî pîrî û cwanîperestî xoy deka. le axrî hełbestekeyda dełê:

şeřebaye le çyakan û hewa tûşe dena,

wekû şêtan demewîst řû le çyay estem kem

lêreda şa’îr be îşare, basî wez’î syasî sałî 1346y hetawî deka. dyare şêwey şê’rî kilasîk hoy ew ladane le mebestêkewe bo mebestêkî dîye û řexneyek le ser şa’îr nîye.

* şa’îrî şê’rî nwê xoy esîrî «wişe» yan «qafîye» naka û zor be řeḧetî û be řewanî mebestêk le şê’irda dênêtewe bebê ewey derbestî qafîye bê, bełam le şê’rî konda zor car şa’îr naçare be nabedłî hêndêk wişey bêcê bo piř kirdinewey kêş bênêtewe.

her weha şa’îrî şê’rî kilasîk bo hênanewey qafîyey sext û giran, řûḧî şê’rekey fîda deka, wek hełbestî benawbangî «xałemîn» ke em wişaney kirdûne qafîye: peniçk, piniçk z, mêçk, çik, quniçk û....

* mebestêk ke be çend nîwedêřî şê’rî nwê degutrê be şê’rî kon qesîde yan ẍezelêkî dirêjî pêdewê.

* hêndêk edîb û şê’irnas îmtyazî dîkeş bo şê’rî nwê dênnewe, wek eme ke helumercî jyan û zemanî ême derfet û wiçan û ḧałî xwêndinewey qesîdeyekî dirêj be mirov nada.

* bekurtî şê’rî nwê, şê’rî jyanî emřoye, şê’rî şořşe, şê’rî haware, şê’rî têhełçûn û lêkdan û têkdan û saz kirdineweye.

hêndêk kes pêyan waye ewaney be şêwey nwê şê’ir dełên, şa’îr nîn û natwanin be şêwey kilasîk şê’ir danên, keçî be min kesêk detwanê şê’rî nwê biłê ke le şê’rî konda ezmûnî dabê çunke dananî şê’rî nwê gelêk girantire le dananî şê’rî kon. dyare mebestî min şê’re nek mê’ir.

2. çwarçêwey şê’ir: şê’ir, çi ’erûzî bê û çi biřgeyî, kêşî corawcorî heye ke her kêşêk legeł mebestêk cor dêtewe. şa’îr debê kêşêk bidozêtewe ke ew mebestey heyetî be tewawî û be řewanî بگەێینێ. eger «xewberdîne»y xuda lê xoş bû «sware» yan «şengebêrî»y mamosta «hêmin» yan «berew kurdistan»y mamosta «hejar» le ser ew kêşane neban ke pêyan gutrawe, serkewtin û hermanyan pê nedema.

3. kêşî şê’ir: gutim ke ber le îslam kêşî şê’ir be giştî biřgeyî bûn, bełam be hatnî ayînî îslam bo êran şê’ir û hełbestî farsî be tewawî bû be dîl û kwîley kêşî ’erûzî ke taybetî zimanî ’eřebîye û ta êstaş her dirêjey heye, her çend hêndêk şa’îrî fars wekû mamostay gewre «aḧimd şamlu» (a. bamdad) [eḧmed şamlû] û ta řadeyek «mihdî axwan sals» (m - a. amîd)[mêhdî exewan salês] û «miḧimdi’lî ḧiquqî (pîruz)»[miḧemmed’elî ḧiqûqî] û çend kesî dî zoryan hewł dawe şê’rî farsî le dawî weznî ’erûzî řizgar biken û bîbenewe ser weznî şê’rî êranî kon, bełam zor serkewtû nebûn û zorbey şa’îranî fars êstaş her be kêşî ’erûzî şê’ir dełên. tenanet şê’rî azadîş le farsîda her le ser kêşî ’erûzî degutrê wata kêşêk dênin û deybiřnewe û kurt û dirêjî deken, wek em şê’rey «nadir nadirpûr».

ay aşnay min

birxîz û ba bihar sifirkirde baz gird

ta pir kinîm cam tihî az şirab ra...

ke le ser kêşî «mizar’ axirb mikfuf miqsur yan miḧzuf» wata «mif’ul fa’lat mifa’îl fa’lan yan fa’iln» ke kurt û dirêje kirawe bem çeşne:

mif’ul fa’iln

mif’ul fa’lat mifa’îl fa’lan

mif’ul fa’lat mifa’îl fa’lan

kêşî ’erûzî neytiwanîwe le edebî kurdîda wek edebî farsî karî bê. «mamosta hêmin dełê» «kêşe xomałî û folkilorîyekan ke le bawik û bapîranewe boman be cê mawin, baştir degeł tebî’etî zimanekeman řêk dekewn.» mamosta «goran» yiş le ser em biřwayeye ke kêşî biřgeyî, kêşî taybetî netewey kurde. bew hoyeweye ke zorbey şê’rî kurdî çi be şêwey nûsrawe û çi be şêwey folkilorîk (beyt û goranî û...) le ser kêşî biřgeyîn û ew şa’îraneş ke be kêşî ’erûzî şê’ryan gutuwe, bedaxewe yan bextewerane hîçyan serkewtû nebûn. hoy ew sernekewtineş emeye ke le zimanî kurdîda zor wişeman heye ke bêcûłe dest pêdeka (abtida be sakin) wek mist, pird, kiřêwe û bistû ke em wişane legeł hîç kam le efa’îlî ’erûzî cor nayenewe. ca boye eger parçeşê’rêkî ’erûzî le her şa’îrêkî kurdî hełbijêrîn û legeł kêşî ’erûzî hełîsengênîyn, řenge yek yan dû yan çend dêřêk cor bênewe, bełam dêřekanî dî legeł ew kêşe nayenewe.

bawtirîn şê’rî emřoy kurdî ke be şêwey biřgeyîn bem çeşnen:

şeş biřgeyî wek:

řeşmałey menguřan

le duł û le xiřan

qatiłn bo kuřan (folkilor)

ḧewt biřgeyî wek:

polî cwan û neşmîlan

destey desmał tenzîlan

em sał naçin bo dîlan

nenge dîlan bo dîlan... (hêmin)

 

heşt biřgeyî wek:

xuda karan her wa deka

xunçe le guł peyda deka

emnî pê mubtela deka (folkilor)

 

de biřgeyî wek:

xast fermawan erbabekey xem

sakin ce goşey bałaxaney çem

xirmanî xeman hawedem bawe

şengeryekê wen dûşen celawe... (mewlewî)

yazde biřgeyî wek:

cade çol û sêber bû, kat beyanî

eřoyştim xeyaławî emřiwanî... (goran)

 

pazde biřgeyî wek:

ey cwanekçî çeşnî gułî sûrî mukiryan

lew řojewe tom dîtuwe şêwawe jyanim

řoyştî legeł bonî beyananî hełałan

 

min mawim û tenyayî û firmêskî şewanim... (hawar)

 

şazde biřgeyî wek:

şengebêrî, sałî sałan le kwêstanê le nêw meřî

bo meřduşîn hełtidekird ew baskî sipî û meřmeřî

le ber hařey goberok û gware û kirmek û jêrçene

 

nîweřoye le ber bêrî kořî meřî řadepeřî... (hêmin)

 

le kêşî biřgeyîda biřgekanî dû nîwedêř pêkewe beranberin. lêreda pirsyarêk ke dête pêş emeye ke şê’rî nwê le ser kêşî biřgeyî çon hełdesengênin? dyare katêk nîwedêřekan be qera yek nebin ta pêkeweyan hełsengênîn, îdî kêşî biřgeyî manayekî nabê. ewdem şitêk ke debê le ber çaw bigîrê «aheng û hewa»y şê’reke debê «řîtmîk» bê û ahengî şê’ir le hewełewe ta dwayî şê’ir nabê le çwarçêweyekî taybetî labda. wek şê’rî «lade lade la, de leçke teske keskeket» le «heło» û şê’rî «çawit awrî bin kaye» le «hêdî».

4. qafîyey şê’ir: eger şê’ir be şêwey kilasîk bê nakirê qafîye le ber çaw negîrê. dyare be kar hênanî qafîye boxoy hunere. eger bimanewê le barey çend û çonî qafîyeda bidwêyn, basêkî dûrudrêj debî, le ber ewe xo deparêzîn. eger şê’ir be şêwey azad bê be kar hênanî nêwe nêwey qafîye şê’reke cwantir deka.

5. mebestî şê’ir: mebestî şê’ir debê taze û nwê bê. eger şa’îrêk qisekanî şa’îranî dî dûpat bikatewe karêkî bê sûd û pûçî kirduwe. bo serkewtin le şê’irda debê xułqandinî şitî taze le ber çaw bigîrê nek lasa kirdinewey şa’îranî dî, ca ferq naka şê’rî nwê bê yan şê’rî kilasîk. eweş debê le ber çaw bigîrê ke mebestî şê’ir nabê qisey piřupûç û bê kelk bê. şê’ir wek hemû hunerî dî debê bo xełk û le xizmetî pêşkewtinî kumełda bê.

6. wişey şê’ir: şa’îr debê ta ew cêgayey boy dekirê le wişey cwan û řesenî kurdî kelk wergirê û le be kar hênanî wişey bêgane yan saz kirdin û dataşînî wişe xo biparêzê. dyare le zimanî berîn û berbiławî kurdîda wişeman zore, bełam debê şa’îr zeḧmetî we dwakewtin û pirsînewey be xoy bida û te’esûbî be kar hênanî wişey şar yan nawçe yan mełbendêkî taybetî nebê. le barey nawe zanistîyekan wek teleyfon, telewîzyon, řadar û... debê her nawe nêwnetewayetîyekan be kar bibrê û le hêndêk wişey sazkiraw wek «bîstok» le cyatî teleyfon ke kem kes le manakey dega, xo biparêzê, bełam kelk wergirtin le hêndêk wişe ke xełk gwêyan pêy řahatuwe wek «fiřoke» qeydî nîye. her weha be kar hênanî wişey naḧez wek birîn, zam, kêm, kwan û... debête hoy bê bayexîy şê’ir.

hîwadarim edîbe kurdekanman be nûsînî kitêbî pêwîst bo řênwênî şa’îre lawekanman be edebî kurdî zyatir xizmet biken.