beharî kurdistan

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 12 minutes  2547 views

ême fêrîn katêk gewreyek, zanayek yan hunerwerêk koçî dwayî kird, qełem û kaẍez be destewe degrîn û pêyda hełdełên û pêyda hełdełêyn û hełdekêşîn, ke çî ta mawe kemtir basî asewar û şite başekanî dekeyn, bełam min namewê awa bikem. demewê le barey hunerî şa’îrêkî gewre û benawbangî kurdida ke bextewerane zînduwe û lam waye le řîzî gewretrîn şa’îranî dinyadaye bidwêm. ew bilîmete zana û kemwêneye mamosta «hêmin»e. dyare eger bimewê le barey nawbirawda herçî dezanim binûsim, lanî kem kitêbêkî estûr debê, ca bo ewey ke legeł nêwerokî em kitêbeda cor bêtewe, tenya basî parçehełbestêkî ew dekem û le çilunayetî jyanî, řabirdû û xebatî, aługořêkî be ser şê’rî kurdîda hênawe, kurdîzanîn û kurdinasînî, çwarçêwe û qalbî şê’rekanî, wirdibînî û şitî taze hênanî û... we.... xo deparêzim.

«beharî kurdistan»y hêmin tabłoyekî bêwêneye le jyanî sakarî kurdewarî. hêmin ew şê’rey le ser kêşî biřgeyî (hicayî) danawe. kêşêkî hełbijarduwe ke zor beyt û folkilorî kurdî çeşnî emaney xwarewey pê gutrawe:

çîrokî mindałane wek «mam ḧeyderey řewendî».

kayey mindałan le gwên: «ḧillûr billûr tekame».

çîrokî folkilorîk wekû «ałekokey kułkine».

hetełe û metełe çeşnî «heyaran û meyaran, hêlkey deka le daran, bu feqîr û hejaran».

goranî wek «ay be hermê be hermê».

beyt wêney beytî «îmamî ’elî» ke beşêkî bem çeşneye:

«be to dełêm zulfeqar,

be serî nebî nazdar,

daynehênî wek xeyar,

detkem be nał û bizmar,

bu pêy dułdułî sakar...»

bełam hêmin le çwarçêwey ew kêşe ḧewt biřgeyîyeda - ke kêşêke taybetî şê’rî kurdî - karêkî way kirduwe ke ta êsta be kes nekirawe. baştire biłêm karî hêmin wek emeye ke bênî çend kîlo duř û yaqût û zumrut û pîroze û ełmas û... le defrêkî biçûk bikey ke be başî cêgey hemuwan bibêtewe û hîçyan neşkên û nejakên û neřûşên.

le layekî dî, beharî kurdistan be şêwey çwarpareyîye ke her çwar nîweşê’ir qafîyeyekyan heye û ewe ustadî û lêzanîy hêmin degeyênî ke be destî xoy karekey le xoy sext kirduwe keçî ew sextî û dijwarîye pêyewe dyar nîye hîç, bote hoy řazanewe û cwantir bûnî hełbestekeşî.

hêmin ewendey pêwîst buwe le kêşe folkilorîyekanî kelk wergirtuwe. le nêw hełbestekanîda lew kêşane zor dête ber çaw. bêcge lewe hêmin kêşî way saz kirduwe ke ta êsta kes şê’rî pê negutuwe, wek hełbestî «şengebêrî» ke her nîweşê’rî şazde biřgeye. dyare be şazde biřgeyî şa’îranî dîkeş şê’ryan danawe, bełam hîçyan aheng û heway şengebêrî nîye. ta êsta herçî şê’rî şazde biřgeyîm dîwin le ser kêşî ’erûzî bûn, tenya kak «eḧmed qazî» parçehełbestîkî şazde biřgeyî heye ke le ser kêşî hîcayîye û be norey xoy sirinciřakêşere, bełam le ser hewa û řîtmî şengebêrî nîye û awa dest pêdeka:

yusfî mîsrî minî hawdemî řojan û şewanî

areqî bezmî minî gerçî le min zîz û nebanî

lew hełbesteda «westan» le ser biřgey ḧewteme, bełam le şengebêrîda «westan» le dway her çwar biřgedaye. hîwadarim meydanî ewem bê ta meqaleyek le ser şengebêrî binûsim.

le «beharî kurdistan» da, şa’îr, xwêner ya bîser legeł xoy deba bu nêw sûçêk le jyanî bê xewş û sakar û diłřifên û şa’îraney kurdewarî. tabłoyek nîşan deda ke dełêy be deyan wênegerî karme karyan le ser kirduwe. tabłoyek ke hîç kem û kûřîy nîye. şa’îr be sebkî ři’alîsim ewey le sûçêkî jyanî kurdewarîda řadebrê, wek perdey sînema dexate ber çaw. «beharî kurdistan», parçehełbestêkî dirêje, bełam xwêndinewey nek mirov mandû naka, zyatir tasebarî deka ke çend caran bîxwênêtewe.

hêmin be cadûy şê’ir zistan ladeba û behar dênê. dełê mij û serma û sołî zistan, sîxwar û sehoł û weyşûme nema û şemał be gałegał hat û hewrî serebeharî gewał gewał kird. kewîyek ke le lay nîsarî şaxan le tîşkî hetaw xoy ḧeşar dabû kewte jêr tewjimî lengêze û baran û şineba û twayewe. lêreda şa’îr ew mesele webîr dênêtewe ke dełê: «be ba û be barane le ’emrî befir kem debêtewe.»

le tabłoy beharî kurdistanda sirwe û şineba le layek kewîyan detwênnewe û le layekî dî le nerman û esteman mendok û gyaxaw û kema û gyawgołî beharî dênne sema û kerwêşkey we genim û co dexen, xunawey wirdebaran gełay daran deşwatewe û jînêkî nwêyan weber denê.

cengey banemeřêye, xêłat berew kwêstan deçin. małat zîndû botewe. tirupik û nişîw û yał û xiř û şîw legwên behişt xemłîwe. deşt û çîmen řazawetewe. kêw û benden nexşawe. zong û çînge jyawetewe. le hemû layek, le gişt terit û řijd û şîw û dułêk, betaybetî le kwêstanekanî hewşîn û gede û lend û samrendida gyawgołî cwan û bonxoş wek hełz û bîza û gyanend seryan pêwe nawe û hełçûn û têk çiřjawin û bûne zemend.

gułanî beharîş her kamyan be çeşnêk dinyayan xemłanduwe. wenewşey cwanî xoşbo le lêwarî cogele’awan hatote der. swêsin û beybûn û şilêr le cêgay zenwêr řwawin. hełałey bonxoş le nwałan pyaw mest deka. gułałesûre pyaw webîr şehîdan dexatewe ke le xwêna şełał bûn. her çî tîreg û gewe û lapałe ałay ałyan pêda dirawe.

serçawey awî zułał wek zêwî qał hełqułîwe. awhełdêr qełbezey bestuwe. estêr şepolan deda. gułî geş û ał pişkutuwe û le ser pełkî ew gułane awingî beharî zenguł zenguł wêstawe. dar bûjawnewe û çiroyan derkirduwe. hemû wiłat bijwêne, be řastî kê mełbendî way dîwe?

le layek bulbul nałenałî dê û le ser çiłî sûreguł be kuł dexwênê û le layekî dî le çya û řazan, sîřey seqir û bazan dê ke le zor aheng û awaz û neẍmey sazan xoştire. le lay řewez û zerdan qaspeqaspî kewî ser berdan xem deřewênê û le nêw şînawerdan wirtewrtî hewêrdan şadî dênê. mosîqayekî diłřifên xułqawe. le layek xirîngey zeng û qoř, le layek lûşmelûşim û hořehoř û le layekî dî hoqehoq û bořeboř têkeławî ḧîley cwanû û espî toř buwe. kařukûřî bizin û meř û lirfelirfî lok û neř û kuřjinî espî bedfeř têkeł buwe û gwêçkey mirov keř deken. le mułge û derawan fîtey şwan û oḧey gawan dê. seweř û çeq û lûrî gemałan le dûr debîstirê. le ber qedî kêwêk lawkî lawan dête gwê û le lapałî beramberî, ewa bełek çawanin ke be ballore wiłamyan dedenewe. le ser berdebêrê, şwane le dinyay xeyałî xoyda le bilwêrî tûřanduwe.

be řastî sersûřhênere, şa’îr ew wişe cwananey le koy dozîwetewe, çon wa zanayane, be cê xistûyete nêw qalbî hełbestewe? dyare tenya «hêmin»e ke karî way le dest dê. hêmnêkî boxoy le behşitî ladêda çawî kirdotewe û lewêda gewre buwe û bercewendî tebî’etî şa’îraney kurdistan û dîmenî jyanî kurdewarî îlhambexşî şê’rekanî buwe. le hêmnêk ke be xeyałî şewpeřî, zor şewan legeł şiney şewba bu şewgurd şewgeřî kirduwe. le hêmnêk ke sirwey kazîwe awingî beharî le ser řûmetî estiřîwe û gizîngî xoretaw hestî berzî şa’îraney ta ewpeřî bistuwan birduwe. le hêmnêk ke bo řawî bařekewan deyan û sedan mah û zerd û asoge û zînû û banûy pêwawtuwe û le dway kewderî le řinû û bařn netirsawe û bo girtinî hewêrde û ziřekewan, şêwerd û şînawerd û řepsite û zenwêr û mêrg û bijwên nemawe ke neyçê. le şa’îrêk ke řikêfî le keḧlanî dawe û pirtaw be şwên qułeşînanda çote yał û baske û lapał û řewez û tîreg û telanan, le şa’îrêk ke bo řawî řeşbeşe û duřna û hełetanc û sone û bore û dûkuřane û pêbeqûne le mulge û deraw û panawik û çom û goman biney danawe û çuwe de sîpeyewe, ew çawenwařîye dekirê ke şê’rî wa cwan û bêwêne bixułqênê.

şa’îrêk detwanê şê’rî wek beharî kurdistan danê ke wek hêmin be bonî mendok û kema û hełz û bîza û gyaxaw û gyabend û muleberan û kenêre û şilêr û beybûn û swêsin û hełałe û... serxoş bûbê. şa’îrêk detwanê beharî kurdistan biłê ke boxoy çûbête hewaran û le tawił û xêwet û řeşmałanda pałî we estundekî dabê û çawî le řetandinî zawmak û meşkejandin û nan kirdinî ser sêłê bûbê.

kesêk detwanê hunerî wa bixułqênê ke be nim nim û xunawe û řêjne û her weha be pirûşe û keřesîse û kiřêwe û befirxorke hestî bibziwê û wek naşa’îrêk bê tefawet be layanda tênepeřê.

hêmin le jyanî piř le çermeserî û seranser derbederî xoyda le zozan û kwêstanan, le lêřewar û le řazan, le jêr sêberî kepir û le qerax kanyawî kelletezênda, le katî gêre û kêşe û xirman hełdaneweda, le destewa û herewez û bijar û deskene kirdinda legeł xełk jyawe û dezanê jyanî kurdewarî çone. her boye le beharî kurdistanda sûçêkî lew jyane be cwanî têkeławî mosîqayekî gyanperwer deka û dar û cilîtî şořeswaranman pêşan deda ke wîřey ew û hewhewî em têkełî xirmey nał û bizmaran buwe. nîşan deda ke çon meř be leweř û be heway kwêstan le goşta sûr buwe û şek û kûr sermest bûn û xo hełdawên.

şa’îr be cadûy şê’ir hemû sûç û qujbinî hewaran dexate ber çaw. mindałan le řijd û hełdêran całe û tawêr berdedenewe û kuř û kiç le lay karjîle û berxel û bizin û meřî şel ke helyan bo hełkewt xerîkî hemzel debin. şa’îr nîşan deda ke beharî kurdistan betaybetî le kwêstan û hewaran beharêkî bê wêneye.

le ber derkî řeşmałan dinyayekî dîkeye. çawkejałan diłî kuř û kałan be tałan deben û kasyan deken. şa’îr dełê ew gewrekçane, ew nwê bûkane lêw’ałn, dem biçûkin, xwênşîrnin, řezasûkin, kułmeyan wek giłûkin, şil û miln, lebarin, çaw bekiln, gwê be gwarin, desmał pûłekedarin, şede û gîlgîle larin, naskin, nerim û nołn, xawênin, sipî û sołn, tundutołn, řûhełmaławin, bêbakin, dyare xawenî ew şitane be mijołk cerganîş dekołn.

ew cwan û nişmîlane baskî qełew û naskyan hełmałîwe û tasketaskyane û le ask řewkitrin. ew peryane, ew çawkejałane kîjî merzînganin, kiçołey sekiranin, biłbasin, katêk be lencewlar řadebirin û naz deken û carcare çawêk dadegirin, kam kuře ke xoyan fîda neka? ew kiçe lebar û řewendane belek û zendyan hełkirdûn û kezyeyan wek bend hundonewe ta kuřan be kemend bigirin.

kîjołey şox û cwan çak, şořejnî dawênpak, kabanî qoł be bazin, şengebêrî kêl gerdin katêk le nêw meř hatuçoyane û zawmak deretênnewe, dełêy polî pořanin.

şa’îr be dînêkî zor wird karubarî ew nazdarane dexate ber çaw û dełê her kam xerîkî karêkin:

zêřn û kaban û mêrê le ber bêrê danîştûn û estî hawêrê deka û gułê berxan dejmêrê û xunçe û gułûk û gewer û şem û kejał û dilber û zîn û mirot û esmer be şwên karda le tawłê hatûne der. mamz şîrî dagirtuwe û nask penîrê dekuşê û naz hewîrê deşêlê û kałê nan tîrî deka. aman çote kulênî, perî meşkey dejênê, besê xerîkî lork kułandine û xeyał awirdû dênê.

hênanî ew hemû nawe kurdîye bełgeyekî dîkeye bo lêzanî û çazanîy hêmin. şa’îr le ’alemî xeyałda ke ew hemû kiç û kîjułe û nwê bûk û şořejin û şengebêryey xułqanduwe, xoy pend dadeda ke nekey ser le hobe biney. bê û karî wa bikey xot pêřanagîrê û tobey deşkênî û wek sobe giřit têber debê. dyare ew pend dadaneş hunerêkî şa’îraneye dena hêmin le mêje biłêsey agir jyanî dagirtuwe, bełam nek agirî ’îşqî ew kiçaney ke le ’alemî xeyałda xułqandûyetî, bełkû giřî agirî ewînî gel û wiłatekey, eger ew giře gyan û leş û jyanî danegirtibaye le kwê deytiwanî asewarêkî wa gewre û berz û benirx û bêwêne bixułqênê? asewarêkî ke piře le wişey řesen û petîy kurdî, lêwane le nawî cêga û mełbendan, naw û dengî bałinde û meř û małat, nawî guł û gyay bonxoş û cwan û cwantir lewan nawî kiçan hêndey dî ew şê’rey řazandotewe. eger hêmin sûtawî ewînî kurd û kurdistan nebwaye «hêmin» nebû.

wişey cwan, sirincî şa’îrane, wirdibînî, hest be cwanî û bon û beram û dengî xoş kirdin be řastî le şa’îrêkî gewrey wek hêmin deweşêtewe. bextewerane şê’rî hêmin hemûy le ewpeřî cwanî û bêwêneyî dan. hîwadarim ew mamostaye mezne sałanî sał bo xizmet be edebî kurdî bijî û payedar bê.