nameyekî mêjûyî

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 12 minutes  826 views

beharî sałî 1350 hetawî bû. le geł hawřêyekî xoşewîstim le şarî řeştewe berew lahîcan deřwîştîn. wiłatî bijwên û hemîşebeharî gîlan, diłřifên û xemtarên bû. taze nimnimî baran dwayî hatbû. tîşkî hetawî mangî gułan sed hêndey dî ew wiłatey řazandibowe. pełkezêřîne, detgut mîdałî şanazîye ke tebî’et sebaret be cwanî û diłgîrî ew mełbende pêşkêşî kirdibû. heta çaw heterî dekird lêřewarêkî çiř û hestibziwên hemû layekî dapoşîbû. nêwenêwe mezray birînc be řengî keskêkî geş û taybetî bon û beramêkî xoşî le hewada biław dekirdewe. sermestî ew dîmene şadîhênere bûm ke le nakaw hawřêyekem řistey xeyałî pisandim û gutî:

- ba le yekem çayxane ladeyn û çayekî bixoynewe.

le heweł çayxaneda ke le tenîşt řêga le dawênî lêřêkî yekcar diłřifên be şêwey taybetî ew wiłate saz kirabû lamanda. le derewey çayxaneke le amêzî tebî’etî bijwên û bûjênerda çend mîz û sendełî řonrabûn. çend kes xerîkî ça xwardinewe û qilyan kêşan bûn. êmeş sûçêkman hełbijard û daniştîn. çayçîyeke dû çay le pêş danayn û be xêr hatnî kirdîn. ewîş wek gişt xełkî gîlan pyawêkî seruřûxoş û xwêngerm bû. legeł hawřêyekem basî cwanîy ew wiłateman dekird ke çawim be pîrepyawêk kewt ke le nîzîk êmeda taqî tenya le ser mîzêk danîştibû û çawî le ême biřîbû. le pêşda gwêm nedaye. yek dû car ke çawim lêkird dîtim her wa çawman lê natrûkênê. pêm seyr bû bo waman çaw lêdeka? ber lewey meseleke be hawřêyekem biłêm lêman hate pêş û be zimanî farsî dway řojbaş gutî:

- řêgam deden tawêk le lay êwe danîşim?

derfetî bîr kirdineweman nebû, wêkřa gutman:

- tikaye fermû.

danîşt û çayekey ke legeł xoyda hênabûy le ber demî dana û gutî:

- wa dyare êwe xełkî em wiłate nîn. eger hełem nekirdibê debê kurd bin.

gutim:

- bełî waye, bełam to le kwêt zanî ême kurdîn?

firmêskî le çawan geřa û henaseyekî hełkêşa û wiłamî damewe:

- gwêm dabûye qisekantan, be zimanî gîlekî nebûn, dilim xeberî da ke debê kurd bin. axir nazanin min çendim kurd xoş dewê.

- le gewreyîte, wa dyare maweyek legeł kurdan řatbiwarduwe.

- maweyekî kurt, bełam sed birya her ewdem mirdibayem û emřokem nedîbaye.

wa dyar bû bîrewerîyekî le diłdaye. qumêkî le sîẍarekey da û gutî:

- eger pêtan xoşe bîrewerîyekî xomtan bo bigêřmewe.

bew qisane êmey tasebar kird ta bizanîn çi bîrewerîyekî le kurdan heye, ewe bû ke dawaman lêkird be wirdî boman bigêřêtewe. çayekeman xwardewe û away dest pêkird:

- min nawim «sasan»e, pêm dełên «’emû sasan». min yekêk le pyawanî mîrza kûçk xan serdarî cengeł bûm. řenge agatan le řûdawey cengeł bûbê; ême destiman dabuwe çek ta wiłatekeman řizgar keyn û le xoşî û serbestîda bijîn. řojêk mîrza le dway nardim û ke çûm bo lay fermûy:

- ba hêndêk pyase bikeyn.

be başî le bîrme mangî cozerdan bû. wekû emřo taze barane lêy kirdibowe û xoretaw hełatbû. paşmawey barane le ser gełay daran detkawe ser leşman. dengî melanî lêřewar xemî diłanî wela debird. mîrza dway maweyek ke dû be dû le nêw daristanda degeřayn fermûy:

- karêkî girîngim pête. seferêkim weber nawî bo cêgeyekî dûr ke hergîz netdîwe, bełam nabê kes lêt bizanê.

wiłamim dawe:

- her katêk bifermûy amadem û řewtenîm.

bizeyekî řezamendî hate ser lêwan û fermûy:

- debê biçî bo wirmê. bo lay «simayîl aẍay simîtqo»; nameyekî bo denûsim, zor be nihênî hełîdegrî û be destî xoy nebê be kesî nadey. wiłamekeşim bo dênîyewe, bełam ewey bizane ke zor girînge û dwařojî gîlan û tewawî êran pêwendî be wiłamî em nameyey heye. řenge mangêkit pê biçê, bełam têbkoşe zûtir bigeřêyewe. lêrewe be erdewêl û tewrêzda deçî bo wirmê, le wê kurdî lên, le her kamyan pirsî simayîl aẍa le kwêye, řêget pêşan deden.

bargînêkî başim bû. zînim kird û weřê kewtim. sertan nayeşênim ke be çi çermeserî û mandûyîyewe axrî geyştime wirmê. ewdem hotêl nebû, karwansera bû. karwanserayekî xawênim dîtewe û lêy dabezîm. bargînekeyan bo dakirdim û alîkyan deber kird û boxoşim demuçawim şuşt û cilubergim gořî û le xawen karwanserake ke be zimanî turkî qisey dekird, pirsîm:

- dełên em şare kurdî lêye, kes lewan nanasî?

- hezarîş denasim, çi karêkit heye?

- karêkî girîngim nîye, xizmêkman heye dełên le gundî simayîl aẍa nîştecêye û demewê bîbînim.

- ca ewe karêkî sext nîye, her weder kewî sed kurdan debînî. cilubergî kurdîyan le berdaye û piştêndyan le pişt bestuwe û mêzeryan le sere û kiławêkî wek mencełî serewnxunyan be sereweye.

- dey dey, xo le řêgaye zorim le wan dî.

îdî cêgay qisan nebû, debwaye herçî zûtir karekem tewaw kem. weder kewtim. çend hengawêk zyatir neřoyştibûm ke çawim be çwar lawî kurd kewt bew naw û nîşananey ke kabray xawen karwansera daybûmê. dwanîweřo bû. lêyan çûme pêşê û řojbaşim lêkirdin. zor be řûxoşîyewe wiłamyan damewe. her ke zanyan ẍerîbim be germî be xêr hatnyan kirdim. řawêjyan, řwanînyan, akaryan giştî germ û dostane bû. detgut sałanî sałe yektir denasîn, be derfetim zanî û pirsîm:

- dekirê pêm biłên simayîl aẍay simîtqo le kwêye?

bew qisey min bize le ser lêwyan welaçû û çawêkî piř pirsyaryan lêk kird û yekyan pirsî?

- simayîl aẍat bo çîye?

hestim kird ke lêm we şik kewtûn. zanîm ke ew têkçûney řwałetyan be hoy xoşewîstîy simayîl aẍaye nek dujminayetî ew. boye be diłnyayîyewe gutim:

- emin pyawî mîrza kûçek xan, serdarî cengełim. peyamêkim bo simayîl aẍa pêye ke debê herçî zûtir ’erzî bikem.

bew qise û řûn kirdineweye mijêkî ke le şik û pirsyar le nêw êmeda bû, welaçû û zyatir le pêşû akaryan dostane bowe. her ewey ke pirsyarî le min kirdibû, be bizewe gutî:

- zor be xêr bêy. ême yarîdet dedeyn, bełam carê biłê bizanim le kwê dabezîwî?

- lem karwanseraye.

- be çî hatûy?

- be bargîn. bargînekeşim le wêye.

emca be kurdî hêndêkyan pêkewe qise kird û dîsan her ew lawey be řwalet le hemuwan gewretir bû, gutî:

- carê fermû legeł ême were ta bizanîn çi dekeyn.

dûyan lêman hełbiřan û emnîş wek kesêkî ke hîpnotîzim kirabê, bê’êxtyar legeł duwekey dî kewtim, çûyne małêk. ḧewşêkî gewrey hebû, bo lay dîwêk řênwênyan kirdim. hodeyekî gewre bû. kabrayekî pîrî beřêz le lay serewey hodeke le ser pêstêkî danîştibû û pałî we destenwênêk dabû. le lay xwareweş çend pyawmaqûł danîştibûn. řojbaşim kird û wiłamyan damewe û le berim hestan. kořekey wa birdibûmî bo ewênderê, be zimanî kurdî şitêkî be pîrepyawekey gut. wa têgeyştim ke emnî pê denasênê û hoy seferekemî bo degêřêtewe. ke qisekanî dwayî hat pyawe pîreke lêm hate pêş û le amêzî girtim û em la û ew lay maç kirdim. legeł pyawmaqûłekanîş her weha řamûsanman kird û be zorî we lay serûyan xistim. zoryan ḧurmet girtim û řêzyan lênam. be řastî şermezaryan kirdim. le hemû şit seyrtir kiławekeyan bû, kiławêkî yekcar gewre le libad ke wek mencełêkî nixûn kirabêtewe le seryan nabû û mêzerêkyan le demî mencełeke bestibû. pîrepyaweke ke nawî «mamo ’erfo» bû katêk sirincî minî bo lay kiławekan dî, şitêkî be yekêk lew dû kuřane ke pêkewe aşna bibûyn gut û ewîş weder kewt û paş îstêk kiław û mêzerêkî bo hênam. mamo ’erfo gutî:

- em dyarîyem lê qibûł bike.

zorim pê xoş bû. werimgirt û maçim kird. le dwayeda zanîm ew dû kuřaney ke lêman hełbiřabûn çûbûne karwanserake û le cyatî min dirawyan be xawenekey dabû û bargînekeşyan bo hênabûme małê. lew çwar kuřane dûyan kuřî mamo ’erfo bûn û dûşyan birazay bûn, her çwar lem ber û lew berî dirgay hodekeda řawestabûn. wa dyar bû le lay mamo ’erfo ke gewrey tayfey bû, heqî danîştinyan nebû. şewê le ser meco’mey şîwyan bo hênayn, bo her dû kes meco’meyek. şitêk ke sirincî řakêşam do bû, doyek ke le temenî xomda nemxwardbowe, le defrêkî gewreyan kirdibû û be kewçkêkî darînî gewre demanxiwardewe. be ser doyekeyda guł û şwît û şitêkî dî ke wek nîsk deçû (mebestî qezwan bû) pêda kirdibû.

êwarê ke mamo ’erfo zanîbûy bepelem, pyawî nardibû bo lay simayîl aẍa û simayîl aẍaş gutbûy herçî zûtir bê bo lam. ewe bû ke sibeynê zû swar bûyn û weřê kewtîn. katêk geyştîne gundekey, çend kes be pêşwazmanewe hatin û bargînekeyan lê wergirtîn. małe simayîl aẍa zor sade bû, ḧewşêkî gewrey bû, destupêwendîyekî zor le hatuço dabûn. simayîl aẍa le ser pilîkanan çaweřêm bû. her ke we jûr ḧewşê kewtim be pîrmewe hat û wek dû bira ke le mêj bê yektiryan nedîbê le amêzî girtim. herçî kird we pêşî nekewtim. le jûrekey ke şanşînêkî gewre bû, le tenîşt xoy danam. dway nîw se’at ewaney le jûrê bûn wek be erkî xoyan zanîbê yek yek û dû dû weder kewtin, tenya emin mamewe û simayîl aẍa û mîrzakey ke nawî mîrza «miḧemmed wisûq» bû. namekemdaye û gutim:

- mîrza kûçek xan le gîlanewe heta êre du’a û siławî bu nardûy.

namekey lê wergirtim û maçî kird û kirdîyewe û çawêkî lê xişand û day be mîrza miḧemmed. mîrza miḧemmed xwêndîyewe û hêndêk be kurdî pêkewe qiseyan kird ke çî lê tênegeyştim. le dway qisekanyan gutî:

- em nameye gyanêkî nwêy weber nam, zorim pê xoş bû. be şêneyî wiłamî bo denûsmewe.

be zor ḧewtûyekî řagirtim. katêk saz bûm bêmewe gutî:

- bargîneket mandû buwe, lêrey be cê bihêłe.

ewey gut û be kurdî qiseyekî be berdestêkî gut û ewîş řoyî û bargînêkî gelêk le î xom baştir û birewtirî bo hênam. emca zînêkî îngilîsîşyan bo hênam. ewdem kem kes zînî way hebû. le dwaye legeł pisûleyek xencerêkî debanî damê ke le ser deskekey û kalanekey cewahîrkarî kirabû û gutî:

- emeş dyarî mine bo serdarî cengeł. hîwadarim be zûyekî zû çawman pêk bikewê.

katî mał’awayî be xom nebû esrînim le çawan tikaye xwarê. dehatmewe ke çî diłim le kurdistanda be cê dema, êstaş her bîr û hoş û gyanim lewêye. be zorî çend swarî heta sełmas legeł nardim. le wirmê bo mał’awayî çûmewe lay mamo ’erfo û kiław û mêzerekem legeł xom hêna ke êstaş her hełmigirtuwe.

lêreda nazanim ’emû sasan qisey lê tewaw bibû yan kułî giryan bêdengîy pêkirdibû?

çayçîyeke seru çayekî dîkey le pêş danayn. ’emû sasan sîẍarêkî dagîrsand û qumêkî lêda û kemêk aramî girt. be derfetim zanî, lêm pirsî:

- netzanî nameke le barey çida bû?

henaseyekî sardî hełkêşa û gutî:

- ba. lebarey yekêtî, le barey pêwendî nêwan dû şořşî gîlan û kurdistanda bû. serdar pêşnyarî be simîtqo kirdibû ke zyatir pêkewe yekêtî û pêwendîyan hebê û her kam le layekewe têbkoşin, turkekanî azerbaycanîş bênne nêw şořşewe bo damezrandinî êranêkî azad û serbexo.

- simayîl aẍa çi wiłamêkî dabowe?

- le pêşnyarî serdar pêşwazî kirdibû û amadeyî xoy bo her çeşne hawkarîyek řageyandibû; emeşî bo serdar nûsîbû ke le êranêkî azadda debê mafî gelanî êran be tewawî le ber çaw bigîrê û bidrê.

- lew bareda serdar nezerî çi bû?

- ewîş legeł simîtqoda hawbiřwa bû.

- başe axrî çî lê hat?

- bedaxewe ber lewe ke gełałeyekî wird bo şořşekeyan dabřêjin, her dûkyan be destûrî řezaşa le nêw çûn. heyaran! taze serdarêk û simîtqoyek bênewe... lanî kem min ke laqim le ser lêwî qebre naybînim, bełam êwe nabê nahumêd bin.

katêk ke le yek cya debûynewe du’ay bexêrî bo kirdîn.