koçî dwayî

bo hawřêy ledestiçû «suleyman şafî’î»
From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 1 minutes  1614 views
daxî be cergim, hey řo, gułim řo
hêzî ejnom řo, şadî diłim řo
«suleymanPerson» gułe peřpeř buwekem!
hawřê benirxe ledesçuwekem!
koçî dwayît çen bêwade bû
xoşewîstekem! ewe bo wa zû?
le dway nemanit hetawî xoşî
awa bû le pişt kêwî peroşî
ey gyanî şîrîn! biray xoşewîst!
jînim lê tał bû key to wat dewîst?
key to detewîst bigrîm, binałim?
mirdî? biřwa kem? hawar be małim...
daykî nîştiman çawî le řêt bû
min çî pê biłêm? biłêm bo kwê çû?
berok dadře daykî nîştiman?
be diłî piř awat nêjra «suleymanLocation»
estêrey jînî le asoy jyan,
kemêk weser kewt awa bû dîsan
be serma kişa hewrî tem û xem
«suleymanPerson» nema, min řû le kwê kem?
hawar bo diłî nesrewtî xembar
hawar bo xełkî bê hawar, hawar...