gułî sûr

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 1 minutes  1876 views
gułî sûr û geş û boxoş û cwanim!
gułî sûrî wiłatî kurdewarî!
dezanî bo cwan û diłinşînî?
lenêw mêrgî wiłatmida dyarî
***
webîrit naye zor pêş hatnî to
le cêy to lawêkî kurdî şehîd bû
e lem cêgaye wa hatûme dinya
gułêk pêş to xezanî dî û le des çû
***
eto cwane gułî sûrî wiłatim!
le xwênî pakî ew kurdey řwawî
leber wey to temen kurtî gułî min!
ke bîrî xwênêkî naheq řijawî
***
hemû řojê be yadî lawî kujraw
be serta asman esrîn deřêjê
dełêy daykêkî zig sûtawî dîle
ke taqaney be destî xoy denêjê
***
şemałîş dêt û wek awałêkî baş
be sebra destiřê awingî ser řût
etoş katê debînî bawefayan
bizet dêt û legeł şadî debî cût
***
gułî sûrî wiłatî kurdewarî
be awatim ke daym geş bimênî
ke yadî xwênî kurdêkî benirxî
cwanî, xoşewîstî, řengî xwênî