wekû fewware xwên dequłê demî ahim le ḧulqûma

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  911 views
wekû fewware xwên dequłê demî ahim le ḧulqûma
be dił peyweste ta soraxî peykanit le pehlûma
meger wextê le seyrî xałî çîhret dîde farîẍ bê
syahî merdumek bitkê legeł eşkim beser řûma
le hîcrîşa musîbet nayełê ser hełbiřim yekdem
le xwênî eşkima çespawe pêşanî be zanûma
leser řû lade tarî tuřřeyî muşkînî tatarit
ḧebeş destî tetawel řanekêşê, ba beser řûma
eger çî karîye derdim welê nezdîke teskînim
bipřijênê ḧekîm er areqî çîhret be dařûma
be meşşatey dewt diłber diłî salimPen name meřencêne
lenaw cem’î perêşana le ḧelqey çînî gêsûma