bê temaşay xałî to xałî le merdum dîde ma

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  887 views
bê temaşay xałî to, xałî le merdum dîde ma
’eksî ew bû merdumî dana le perdey dîdema
şu’le neyda firsetî perwane metłeb ka beyan
sîřřî serbestey, le pêy şem’a, hemû poşîde ma
wa nebû lêwit be sirwey bay xeyałî boseyê
ẍunçeyî sêrabî neşkuftet çi bû, naçîde ma
řûyî wek lalet le xeşma yek nîgeh řengêkî řît
daẍî ḧesret ta qyamet bo diłî řencîde ma
ta dełêm: mirwet ke, řeḧmê, cewrî to efzûn debê
dad û bêdadî le gwêta her weha neşnîde ma
kwa terazûyê qyasî weznî ḧubbî pê bikem
mîhrî sengînit le keffey dił be nasencîde ma
nezmî samanî le kwê bû, ’aşiqî şorîdebext?!
mûyî aşuftey serim derhem, hemû jûlîde ma
tabî bê mîhrî nebû yek dem, wekû salimPen name, řeqîb
seg be topîn çû le qeḧta, gurgî barandîde ma