selamî min leser to bê gułî gułzarî kwêstanî

namenardin bo yarî bêwêne
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  752 views
selamî min leser to bê gułî gułzarî kwêstanî
le çîmenzarî cwanîda eto murẍî ẍezelxiwanî
temaşa ke le hîcranit ḧezîn û mat û ẍemgînim
be mujdey xoş diłim xoş ke wekû murẍî suleymanî
be ’eksî pirtewî řûtan hemû hodey diłim řoşin
bełê meşhûrî afaqe ke to wek şemsî tabanî
eger to yûsfî ḧusnî cemałit derbixey carê
be diłşadî ejî ’aşiq mîsalî ehlî zîndanî
be nazî çawî leylayt wekû mecnûnî dêwane
hemîşe mat û ḧeyranim le seḧrayî perêşanî
zemanê ger be şîrînî ekewye naz û ře’nayî
dûsed ferhad û xesrew her be yek tîr ekey fanî
xoda sa key bibînim řûyî elf û mîm û nûn
wekû tûtî perêşanim le ḧesret şekirî lêwanî
meken men’im desûtêm wekû perwaney bê perwa
ke fesłê la eba zułfî leser dû şem’î kułmanî
eger badî seba bonî kirasî wesłî to bênê
dû çawanim ebê bîna wekû ye’qûbî ken’anî
’ezîzim ke’be keç nabê leber te’neyî řeqîban
bîlawênî diłî ’aşiq ke toy soltanî xûbanî
wîsałîPen name şêt û ḧeyrane, be da’îm çaw be giryane
le kûrey arezûtana, be carê bote buryanî