mecnûn û serasîme û damawe diłî min

leser kêşî şî’rêkî «bêxud»
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  691 views
mecnûn û serasîme û damawe diłî min
seregeşte û dêwane û xiłafawe diłî min
beynêke le min win buwe xecławe diłî min
nazanim ew mirduwe ya mawe diłî min
axo wekû ye’qûb le kwê meşẍûłe be giryan
yaxud le kwê meḧbûse wekû şahîdî ken’an
me’lûm be demî tîẍî ẍem û ẍusseyî dewran
endamî wekû qîmeyî kutrawe diłî min
pirsîwme gelê car le eḧbab û le eẍyar
dêwaneyî cînnî buwe ya ’aşiqî diłdar
boç wa buwe bêgane le baẍat û le gułzar
derdî ebê çi bê, le çi aławe diłî min
lew satewe řoyştuwe torawe le yaran
nemzanî bo kwê çuwe ew eblehî nadan
wek weḧşî ebê çûbê le bo çoł û byaban
ya řebbî be çi metlûbê xerîk mawe diłî min
çî kem, çi biłîm be diłekey zar û ’elîlim
baweř bike lewsawe minîş xwar û zelîlim
wek ḧepsî le zîndanî ẍema bê kes û dîlim
ya řeb bikey řeḧmê lêy qewmawe diłî min
kwêy bo bigeřêm bo diłekey ’aciz û zîrim
da’îm le xeyałmaye, ebed naçê le bîrim
seyrê ke demê şêt û gehê xeste zemîrim
axo be çi dawêkewe tasawe diłî min
bo çî wekû mecnûn ebme ẍûlî byaban
bulbul ebê her bigrî le bo ’eyşî gulistan
perway nîye satê bebê şem’î şebistan
bo ehlî sefa xoşe bełê suḧbet û seyran
bê weslî diłaram çi şêwawe diłî min
lewsawe ke awareye lem xak û wiłate
her çend egeřîm bê eser û bêdeng û mate
wa dyare lelay yarî be ummêdî xełate
boye ke weha bê ser û şwên mawe diłî min
ew serwer û serdare ke wa ha le medîne
em meḧremî esrare ke wa ha le medîne
ew metłe’î enware ke wa ha le medîne
birdûye bo lay xoyî û nefewtawe diłî min
ew yare diłî birduwe, ẍemxiwar û necîbe
muxtarî hemû ’aleme, salar û ḧebîbe
toyş heste wîsałîPen name segî dergahî nebî be
nayetewê te’mîn bê heta mawe diłî min