însanê wekû min ke felek tefreyî dabê

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 5 minutes  786 views
însanê wekû min ke felek tefreyî dabê
bem ḧałe hemû dem le weten dûr û cuda bê
pabendî řehî ẍurbet û dûçarî beła bê
bêçare diłî ta le ẍem û ẍusse řeha bê
wa çake be şew dulberî ẍemxiwarî lela bê
ẍemxiwarî wefa perwerî xoş neqiş û nîgarê
yek sîme berî tacî serî mîhrî dyarê
bałamyan, ’er’erî qed, serwî çinarê
diłdarî cebîn enwerê, hem lale ’uzarê
her taye le zułfî be mesel marî sya bê
bînay beser řaḧetî dił quwetî ten bê
erkanî ḧeyat û sebebî nezmî beden bê
şimşade qedê, mû kemerê, lale semen bê
neşkufte gułê, ẍunçe demê, piste dehen bê
pêwîste ke ẍemxiwar û yarî bewefa bê
newřeste gułê bê ke bebê xar û diřk bê
yarê bê teř û taze û gułbergî leçk bê
bîntêkî beden nazk û hem nerim û şilk bê
wek narî xiřî guł be demî taze memk bê
dundanî wekû gewher û dor, be beha bê
herçende ke her dêtewe ser çarde sałî
ger bêt û hemaẍoşî kesê bê be ḧełałî
xarîc bê le teqrîrî zuben ḧeddî kemałî
bêrûn bê le teḧrîrî qełem ḧusin û cemałî
erbabî sefa, me’denî ḧeq, kanî ḧeya bê
neqşîn û syeh perçem û egrîce mu’etter
ebroy hîlalî wekû mîḧrabê beraber
mujganî wekû nêze û çawî wekû exter
řuxsarî bika ḧucreyî tarîk, munewwer
xurşîd sîfet, saḧêbî enwar û zya bê
muşkîn û mu’enber muwê, řûmet gułebaẍê
çawmest û keman ebroyê řû şêwe çiraẍê
řoj bête gułî meclîs, şew şem’ û wetaẍê
xałêkî le gona bê, wekû zaẍê le baẍê
ew xale xeyałî xîredî ḧukema bê
şewgarî weha ye’nî demî payz û zistan
zor xoşe le geł hawdem û hemsuḧbetî mestan
wasîl bê be baẍatî gułî sîne û bustan
narincî şemamey beẍełî bigrî le destan
pir çing wekû bey, serî pence swa bê
cananî sinewber berî qed mîslî minarê
terlanî beden şuş û cułanî gułnarê
fettanî nebatê le dû lêwanî bibarê
bistêne be dem bose û şîrîn mezarê
yaqûtî řewan be mesel awî beqa bê
endamî ke ser ta be qedem zêwer û xişiłn
wek sîne be sincaxewe wek destî be bazin
geh maçî demadem bike geh dest le gerdin
lawlaw sîfet, dem bedem û têkełî yek bin
yek bose le xeddî semenî erz û sema bê
řûbendî le řû labde ba derkewê xałî
hemser be legeł desreyî řeş û çefteyî ałî
yek ten be legeł sîne û pişt û biz û bałî
yekser ke kirasî ber û yekber ke şewałî
wasił be gencê ke telîsmî neşka bê
gencêkî weha bê be mesel xezneyî sułtan
mumkîn nebê dîdarî le bo dîdeyî însan
meḧfûz bê le fîkirî bed û meḧrûs bê le tałan
neydîbê çi e’zayê becuz penceyî destan
sîřê bê ke manendî suha bê, neswabê
qubbêkî mudewwer be mesel beyzeyî beyza
durcêkî mucewwer bê wekû durcî şehnişa
mexfî bê le ’alem le sera ta be sureyya
gułgun myan le nezer laleyî ḧemra
duřřêkî direxşende wekû necmî sema bê
berceste bê ew qubbe wekû qubbeyî qendîl
memduḧ bê lenêw ’alem û layeq bê be tebcîl
neydîbê benî adem û neykirdibê teḧsîl
em ’aleme talîb bê le bo weslî be te’cîl
dukkanî tuḧef be ḧiruf ’eynî beqa bê
nuktêkî deqîq bê ke şirûḧî nekirabê
beḧsî ewê bo xelqî hem û ’eynî xeta bê
wek ’unçeyî neşkufte ḧîcabî nedřabê
wek doř û sedef saḧêbî î’zaz û beha bê
ayîne sîfet cîlwedeh û ’ekis numa bê
wek xeymeyî sułtanî debê řû le ḧewa bê
řengîn bê be berzî le nezer, misîlî sema bê
wek kargî kwêstanî sipî bê be sefa bê
hênd turit û letîf bê, serî nextê qiłîşabê
poşîde wekû sofî le nêw xełwe xizabê
ya kumełe zîwê le sexa dûr û be’îd bê
wek le’lî bedexşanî ’eceb sifit û se’îd bê
gułber bê wekû narî xiř û taze řesîd bê
wek bergî gułan, weqtî nîhan qetre çekîd bê
dił teng bê be řuşdî wekû teb’î mela bê
şey’êkî tya bê be mesel çûzere řêwas
dirzêkî peya kirdibê bew duřře çu ełmas
meḧcûb bê le bedkar min alcinة û alnasArabic
tusîfî demî tengî serî xełkê bika kas
qursêkî muzehheb bê wekû durcî teła bê
gencîneyî ew gence bilûrîne sûrîn bê
westabê leser saqî wekû duřřî semîn bê
zanûyî wekû qubbeyî řengîn ḧesîn bê
saqî wekû estûneyî zeřřîn metîn bê
ke’bî wekû yaqût û le bo quwet dewa bê
eqdamî ’esel bêt û museffa be kemałî
wek şîrî sipî bêt û wekû mey bê be ałî
yarêkî ’eqeb nazk û metbû’î wîsałîPen name
xiř bêt û mudewe bê wekû sêw bê be kałî
bo derdî wîsałîPen name berî pêy awî şîfa bê