řeqîb ba biłê lêt emřênim

espê û kêç
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  430 views
řeqîb ba biłê lêt emřênim
min tê nafkirim her ettiřênim
ey hawar çibkem le çing espê û kêç
xwardyan goşt û îstiqan û xwênim
xuda hełîxey weqtê le weqtan
bo xom be bêdeng têy bweşênim
xuda bom bika fesłî êware
qewmî espê û kêç her eşêwênim
tenûrî germim eger deskewê
becarê herdû her efewtênim
to xuda men’im meken ey yaran
şerte řîşeyan le bin derbênim
her çî tikay kird ger byanbexşim
le řiqa lîbas xom esûtênim
her kesê witî xwa qubûł naka
ełêm xwênî xom bo xom eysênim
êwe nazanin çîyan pê kirdim
lêm geřên ba her byansûtênim
wîsałîPen name mede tûl be eş’arit
ḧeqit nafewtê eger bimênim