ey birader seyrî şûrey ceyşî bê samanî kêç

zelîlî bedest leşkirî kafrî bedmezebî «kêç»ewe
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  464 views
ey birader, seyrî şûrey ceyşî bê samanî kêç
wa hemû bêhoş û mat û ’aczî ḧeyranî kêç
her wekû hewrî ẍezeb’alûde poşî řûy zemîn
yeḧtemîl dinya bibête serbeser wêranî kêç
kê heye îmřo biłê min pałewan û sef diřim
ger diro naka be řastî bête ber meydanî kêç
dewłetî îngilîz û japon û hem yonanyan
gişt fîraryan kird le destî leşkirî ełmanî kêç
min kewa naşareza û bêwesîle û quřbeser
wa be zîllet kewtime dway cadûyî dêwanî kêç
key ebê yařeb necatim bê wekû mûsa le çing
leşkirî fîr’ewnyan û ḧîleyî hamanî kêç
gencî sebir û neqdî ’umir û parçe parçey ’eqił û hoş
her be yek şew pakî bû ẍaret û tałanî kêç
herçî eybînî le ’alem řoj û şew hawarîye
da’îmen wek min le destî zułim û têhełdanî kêç
min ke xom dî wa zelîl û melce’îşim hîc nebû
na’îlac hełsam û çûme xizmetî sułtanî kêç
şerḧî ḧałî xom be zîllet da le xizmetya tewaw
ye’nî takey mirdim îtir besye sergerdanî kêç
pêy witim laço xizim, çît dîwe? basî çî ekey?
lêre kwa kêç? wa ełêt peydabuwe dermanî kêç
to biřo pişderNamed-Entity û bîtwênNamed-Entity û dołêNamed-Entity û şarezûrNamed-Entity
ca lewê eybînî bê şik sef sefî gurhanî kêç
min biłêm çî řoḧekem bo întîqamî em ḧeqe
xot ezanî çende weḧşîn mîlletî ’uryanî kêç
êste çaret ya tenûrî germe ya awî kuław
zû ’îlacî xot bike takû nebî nadanî kêç
ey wîsałîPen name mujde bê lêt řenge řahî bî le des
ḧerbî kuffarî yehûd û zeḧmetî zîndanî kêç