legeł êweme ey biraderan

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 5 minutes  566 views
legeł êweme ey biraderan
teblîẍtan ekem be kurdî zuban
gwê bigirin be dił lem nesîḧete
çun bo derdî dił deway sîḧḧete
be qisey lehule’b dîn meden berbad
řenictan meken be řencî ferhad
da’îm talîb bin lebo ’îbadet
ta destan kewêt duřî se’adet
da’îm bitanbêt tirsî qyamet
takû îmantan berin selamet
qet ẍafił mebin le ta’etî ḧeq
řêy naḧeq megirin wek pyawî eḧmeq
eḧmeqe her kes bo dinyay denî
le ta’etî ḧeq ebê musteẍnî
heta etwanin le xwaperistî
se’î zor biken qet meken sistî
her kes bo xwa bê, xuda bo ewe
firyay nekewêt řoje ya şewe
dyare me’lûme kesî bêkesan
xwaye be nessî ayatî qor’an
her kes le dinya ’ebdî xudaye
bêşk le meḧşer saḧêb cezaye
bêbake serbest, mest û diłguşa
zor zor muḧterem le xizmet mewla
ḧîsabî eken be řûyekî xoş
be lutif û řeḧmet řûy wekû guł geş
mexmûr û mestî eltafî subḧan
bêẍem û ḧesret le seḧnî meydan
le lay cenabî eḧmedî muxtar
mexmûrî camî řeḧmetî ẍeffar
temaşay eken be çawî řeḧmet
nabyêy derd û cefa û zeḧmet
dway muḧasebe ew şexse pake
be lutfî xuda û e’malî çake
bêbak û diłxoş bê xewf û xeter
zeḧmet nakêşê le seḧray meḧşer
eyxene sefî esḧab almubîn
bebê derdîser dem be pêkenîn
me’mûr be emrî zatî subḧanî
eyben bo beheşt be şadmanî
wextê daxił bû be cê û meqamî
lezzet ebînê û ’eyş û medamî
emca be lutfî ḧeyyî layenam
becê dê hemû meqsûd û meram
umîdim waye xalîqî ekber
êmeyş necatda le tenganey qebir
wextê be emrî ferdî layezal
nekîr û munkîr ke dên bo su’al
ke lêyan pirsîn kêtan xudaye
bebê tirs û lerz elên ełłaye
ke su’alyan kird kê bû pêẍember
weḧî bo hêna cîbrîlî řehber
be ’ewnî xuday cîhan aferîn
cwabyan edeyn be lefzî şîrîn
ełêyn zatê bû nawî muḧemmed
le xwar û le jûr meḧmûd û eḧmed
taha muleqqeb, quřeyşî neseb
saḧîbî ḧeya û ’îsmet û edeb
seyîd û eşref, emced û enceb
şîrîn xesa’îl, me’alî ḧeseb
hadîy û mehdî, beşîr û nezîr
meḧbûbî zatî xudayî qedîr
saḧîbî ḧîlim û qadir û temkîn
xasse řeḧmet bû lebo ’alemîn
umêdim waye nebîyî ewwab
ḧazir bê wextî su’al û cewab
ke ew ḧazir bêt be îznî wehab
leser hîmmetî ew ’alîcenab
bê xewf û xeter, be ḧusin û edeb
cwabyan edeyn, be sîdiq û sewab
ger le sîḧḧeta şeytanî le’în
selbî îmanman neka be yeqîn
bo xom ebme zamnî îman
hîçî win nabê le çake û îḧsan
çunke bêhoşîn be nez’î řewan
hîçî bo nakirê ew deme şeytan
metirsin le selb wextî ẍeřẍeře
çunke ew deme muřşîd ḧazre
murşîdî êmeş fexrî ’aleme
řoḧman fîday keyn hêşta her keme
ger xuda neybê meyl bo ’ezab
zûban saz eka bo wextî cewab
yařeb bo xatrî nebîyî û esḧab
be sehlî bikey legełman ḧîsab
win nekey lêman řêgey hîdayet
řêy e’za meden biken şikayet
yařeb be cahî saḧêbî ayet
bitbê legełman lutif û ’înayet
firyaman kewî demî nez’î řûḧ
boman guşa ke dergahî fitûḧ
le ber saḧîbî *****Missing û řayet
pêman ’eta ke fehim û dirayet
’ezîzanî dîn, diłtan guşa bê
umêdî ziltan be mustefa bê
qet mebin me’yûs le řeḧmetî ḧeq
eger beşman bê têhełdan û şeq
çunke ummetî fexrî ’alemîn
be nessî ayet xeyrul ummetîn
be mujdey kintim xîr emةArabicyin
da’îm diłxoşî boyî řeḧmetîn
heta etwanin ḧîmayetî dîn
biken be bêşek cîhan aferîn
deyhênête coş biḧûrî řeḧmet
necatman eda le cêgey zeyqet
ḧîsabman eken bê řenc û te’eb
leber ḧurmetî seydul’ereb
min umêd ekem le řojî ceza
le řeḧmetî xwa nebîn tewella
leber xatrî fexrul enbya
daxłiman biken be darulbeqa
feqet wîsałîPen name zyatir le ’alem
to le efkarî bibe xatircem
çunke řûsya û xecałetbarî
be barî ’usyan zor şermesarî
la’îqe ke her mat û melûlî
řûřeşî qapî xuda û řesûlî
me’lûm řût nîye to le řojî dîn
biçye ḧuzûrî fexrul muřselîn
çunke segî diz le ’alem dûre
le awedanî ekser mehcûre
ger derî kirdî şahî dinya û dîn
bibe be tacî seḧb û tab’în
bełke her leber seḧabey kîram
serfî nezer kat seydul enam
bifermiwê biłên ba bête ḧuzûr
sanî alkilb esḧab miẍfurArabic
zahîr be řeca ew segey mehcûr
xuda ’efwî kird le curim û qusûr
ba bêbeş nebê le řeḧmetî ḧeq
bîben bo beheşt, bîdene ber şeq
umêdim waye xellaqî ekber
’ezabî neda be narî seqer
tikat lê ekem ey nefsî xesîs
leber xatrî ḧezretî ře’îs
nefamî bese le bîd’et lade
bêsude behre ’umirit berbade
qet legeł fasq mebe be enîs
xot biparêze le efkarî pîs
be tobe ebê îslaḧî karit
be ẍeyrî tobe hîç naka çarit
biřjêne be çaw eşkî nedamet
ta be řûsûrî řojî qyamet