xwa xoy ezanêt penam her ewe

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  509 views
xwa xoy ezanêt penam her ewe
hemîşe řica û tikam lay ewe
çunke segêkî bê ḧeya û diřim
daym le qapî xwa heł enořim
ebê wextî nezi’ agadarim bê
le şeřî şeytan ta řizgarim bê
umêdim waye xuda yarim bê
eḧmedî muxtar tikakarim bê
her çend le zumrey şermesaranim
yekem řûřeşî ’esir û zemanim
ebê ew xuda be lutif û kerem
bo em bendeyey řûsya û matem
her wek baranî beharî emsał
řeḧmet biřêjê xuday zulcelal
bew řeḧmetey xoy xway saḧêb kerem
leber xatrî seyîdî ’alem
namey ’emełman pexiş katewe
kirdewey pîsman řeş katewe
ta beşdar bibîn le řeḧmetî ḧeq
le dwa hezar û sêsed û çil şeq
sa be her corê bêt le řojî meḧşer
biçîn bo xizmetî zatî pêẍember
her çend danerî em kitêbane
yekcar řûsya û kwêr û nuqsane
çun řeḧmetî ḧeq bênîhayete
bo çak û xirap her kîfayete
mu’mîn û muslîm, mucrîm û enîm
umêdewarin be xuday kerîm
ger byan bexşê û ’efûyan bika
be cennatî xoy şadyan bika
her çend wîsałîPen nameş řûřeşe û enîm
ewa hatote dergakey kerîm
wek seg kewtuwe lew astane
her be umêdî ’efu û ẍufrane
çun řeḧmetî ew duřî bêsaman
ḧeddî bo nîye wa bebê payan
le latezullî řeḧmetî mennan
pak û pîsî la ebête yeksan
wek beḧrî muḧît řeḧmetî xuda
ta lêy serf key kem nabê esła
curim û gunahî min û îns û cîn
řeḧmetî xuda wek beḧrî bê bin
ger luftî bêt xuda firyadřes
pakî qût eda her be yek nefes
xwa xoy dezanê min çend řûsyam
ebê ẍeyrî xoy kê bida penam
ẍeyrî ew xuda ke min řûy tê kem
temennay ’efu û ẍufranî lê kem
min be curmî xom î’tîraf ekem
ke lêm nebûrê îstînaf ekem
wîsałîPen name biřo û řoje ya şewe
lew astane wek seg bikewe
ta beḧrî řeḧmî wek kûrey ḧeddad
coş da gunahman gişt eda be bad
ger derîşim ka lem astane
bo xoy saḧêbî řeḧim û îḧsane
taze lem dere nagwêzmewe
penay ewweł û axirim ewe
le nefamîda řîşt sipî kird
bo řûspêtî karêkit nekird
taze her meger biłêy ḧemedim
sege xwêřîyekey qapî eḧmedim
şayed xwa leber xatrî eḧmed
netxate seqer, ebedul’ebed
řeḧimit pê bika bitbexşêt be ew
řojî řûnakit lê neka be şew
qet ẍafił mebe le zîkir û fîkirî
heta le dunya der’eçî û emrî
wîsałîPen name emca bigeřêrewe
lebo ḧałî xot bipařêrewe
wîsałîPen name boye da’îm her ełê
wek pûre gułê bote zorbiłê
xwa be řeḧmî xoy azadî bika
be cennatî xoy diłşadî bika
serfî nezer ka le gişt gunahî
neyhêlêtewe be řûsyahî
te’rîxî hezar û sêsed û heşta
wîsałîPen name xetmî kîtabî hêna