dyanet barî kird řoyî meger paşbarekey mawe

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  451 views
dyanet barî kird řoyî meger paşbarekey mawe
be dînar û direm ’alem hemû ayînî gořawe
be řastî nabînê řêgey hîdayet çawî kes çunke
qena’et buwete xaşak û tema’îş ’eynî lafawe
miqeřřî eslyey ême le eweł baẍî cennet bû
ke çî bo ḧîrsî yekdane hemû kewtîne dunyawe
wekû lawlaw aławîn, le dinya taze bernabîn
necatî zeḧmete her kes ke îmřo kewte em dawe
emin tirsim heye yaran le her dû lawe bêbeş bîn
le gêjawî teme’ seyrî ke ’alem zorî xinkawe
le gêjawî tema’a nefis û şeytan her wekû seyyad
xerîkî ceřřî îmanin ke îmřo dîn le tenkawe
desa xalîq mu’înman lê nebin ẍalb be sermana
ke dîn wa le helaketda mîsalî keştî ser awe
çi ’alim bê, çi seyîd bê, hemû gîrodeyî nefsîn
îtir berzencîye aye weya sadatî barawe
xuda îman selamet ka, ejîn najîn be derbes nîm
ke em laşman nebê çake nebîn meḧrûm le ew lawe
bełê zor kes mudeřřîs bûn xerîkî kesbî dînî bûn
legeł gwêçkey dînaryan dî ’emame kewte ew lawe
gutim êwe mudeřřîs bûn becarê boçî latan da
gutî bo def’î mayeḧtac le ême bes bike qawe
girane barî îḧtyacî boman hełnagîrê çibkeyn
temaşa ke le muḧtacî gelê kes çawî nûsawe
lepêşa gişt be nanî co hemû pûkman birîndar bû
ewa êsta geyştûyne qubûłî û goşt û paqlawe