ela ey qewmî nahemwarî nadan

pendî wîsałî
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  469 views
ela ey qewmî nahemwarî nadan
heta key bêxeber wek weḧşî kêwan
hemû damaw le esił û fer’î dinya
xewî ẍefłet hemûy kirdûn perêşan
becarê bo tema’ wa têkoşawin
ełên dûrîn û namrîn be asan
’umirman wa çuwe ḧefta û heşta
ke hêşta fêr nebûyn ayatî qur’an
lebo dozînewey řêgey dyanet
hemû bêhoş û kwêr û mest û ḧeyran
le kesb û karî dinyayî ferîdîn
welî nazanîn çende řuknî îman
hemû xa’în be dîn û şer’î enwer
welî ḧazir bo emrî nefis û şeytan
heta zû quř beserda keyn direnge
le lîtey astaney ḧeyyî mennan
ke wextê çûyne qebrî teng û tarîk
be karî çî dê taze ḧuzin û giryan
’ezabî qebirman awa bê ey gel
pena be xuda le hewłî ḧeşir û mîzan
ke ḧałî berzext dî wa be şîddet
peşîmanî le karî xot peşîman
bese takey ekey ’ebdayetî nefis
de yaxwa serwetit biřwa be tałan
biłên pêm bo çîtane małî dunya
hemû bîken fîdayî zulf û xałan
be ẍeyrî tobe çawî çî legeł xot
ebey bo sicdêkî tarîk û wêran
temaşay ḧałî yaran ke le pêşa
be řûyî sûrewe gişt çûne dîwan
ebê yařeb ke êmey pîs û řûřeş
bebê firyadres çibkeyn le meydan
şel û kwêr û ze’îf û bar giranîn
ke desgîrman nebê eltafî řeḧman
hemû milman be zincîrî ’iqûbet
le cumgey zîlleta perit û perêşan
xuda bo xatrî ew şahî dîne
’efûman ke, qibûłman ke, be derban
wîsałîPen name řûřeşe řûy kirde dergat
etoş keyfî xote ey beḧrî îḧsan