ẍeyrî xwa hełnagrê me’lûme şanî kes le nas

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  469 views
ẍeyrî xwa hełnagrê me’lûme şanî kes le nas
lem zemane bo xelayîq bête cêgey îltîbas
mîslî ehlî mektebî em ’esrey ême ya îlah
takû mawîn řêy hîdayet win nekeyn wek qelbî qas
çen be dîn bûn seyrî me’mûrî selatînî selef
da’îme xizmetguzarî ehlî ’îlim û xwaşnas
negbetî îslame me’mûr êste bûne fermeson
pakî ẍeddar û ḧeramxor û ’ebûs û xwanenas
her çî eyînî şerabxore, hemû dujmin be dîn
lay ewan em dîne cwane hîç û pûçe bê esas
sa xuda řeḧmê bika derçîn lenaw em fîtrete
nek bimanbê axrî bem załmane îltîbas
kurde lay xoy bû be me’mûr, qorekey lê win ebê
fikirî namênê be kullî, mes’eley hemze û hebas
nabełed bûm ehlî lucne, medḧî çakim kirdibûn
nemdezanî bîl ’imûm, na’ehiln û hem nasupas
tûtnî sêweng birincî, yek dû barêkim hebû
’aqîbet birdime qeza û kewtim lewê bêhoş û kas
çend zemanê lew qezayey piř qeza min mamewe
kes nebû ger bête lam û lêm bipirsê bas û xwas
muxteser ta ḧefteyê emut bewan feḧsî biken
her deyangut bê qeza bî, îmřo nîmane ḧewas
tûtnekey minyan be ewla boye dana, la ewan
bênmûd bûm, çun mela bûm, řût û qût û bê lîbas
kake her bedbextî xome çake ’eybî kes nełêm
ḧeq te’ala meylî waye, boye wayan kird qyas
doşeke û qałî legeł lêfey ḧerîr ba her nebin
sed şukir ger xwa bimandatê cacim û beřře û pełas
her çî xwa neyka be qîsmet małî dinya namewê
qîr û sya mindał nyane kewş û camane û kiras
nanê xwa neyda be to, to ẍemî qet bo mexo
minnetî ew da’îrey lucne be ře’sî kakelas
ey wîsałîPen name ẍîretit lê qet pena bo kes mebe
her legeł yadî cenabî barî bigre îstînas