xuda qehrî le cêye girt û meylî bû be wêranî

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  416 views
xuda qehrî le cêye girt û meylî bû be wêranî
eka selbî ’eqił lew ehle her wek qewmî nîrwanî
netîcey karî ça nabê kesê fikirê neka bo xoy
le nadanî wicûdî xoy bixate kêwî ḧeyranî
le axirda ẍemî řê, dî kesê her xoy bibînê û bes
wekû em qewmî nîrwane ke hîç ewqatê neyzanî
ebê aẍa bê ya miskîn becarê ew be ḧałê xoy
newek xoy ker bika bigrê terîqey cehil û nadanî
eme dinyaye her waye wîsałîPen name ewweł û axir
ke texte cêgeyî şah û gedaye řesmî derbanî