eger epirsin eḧwałî se’îd

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  473 views
eger epirsin eḧwałî se’îd
ḧałî peşêwe se’îdî be’îd
her wek bayeqûş hêlane şêwaw
bê řefêq mawe, kamîlen se’îd
zahîr zemaney namusa’îde
nawî se’îde, bextî nase’îd
eçêjê se’îd da’îm be bêkes
wek cehennemî ’ezabî şedîd
lem çoł û hołe perêşanḧałe
her řoje cejnî eka bebê ’îd
her çend hewł eda destî nakewê
naşukirî nebê le kone û cedîd
le qoçî qişlax her hawarîye
becê ma û le xêł, yarî newřesîd
xulasey kelam eme ḧałî nîye
dawye be se’îd, ḧemîd û mecîd
karî şeytane ke îş saz nabê
her be le’net bê şeytanî merîd
hemû her ẍerqîn le gêjî dinya
hêşta her ełê fihil min mizîdArabic
hemû gîrodey umêd û bîmîn
key ebê we’de û necat le we’îd
řemezan mangêke bo hemû ’alem
dway ebînin be’am řojî ’îd
sał bo min û ew her řemezane
meger xwa ḧez ka nizîk bîn le ’îd
wîsałîPen name û se’îd zeḧmet xelas bin
le ’îczî ẍem û endohî medîd