seyrî çerxî ḧîlebaz û mekir û fêłî řozgar

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  504 views
seyrî çerxî ḧîlebaz û mekir û fêłî řozgar
waqî’ey çon řû deda le minî ẍerîbî diłfegar
cêgeyek mîslî zertikeNamed-Entity awedan û piř le xełq
êste seyrî ke ke çon wêrane bê demsaz û yar
cê serî derzî nebû xałî leser erzê le ber
kîsretî mexlûqî etrafî wekû bazař û şar
dengî xełqî lê biřa, yek def’e wek seḧrayî şam
bênî xwênî lê dehat wek cê şeřî esfendyar
çende xoş bû pêştir, êsta ke naxoştir buwe
ya xwa wêran bê wek wêran bû zertikeNamed-Entityy piř ẍubar
’eyşî ême û ehlî zertikeNamed-Entity tał buwe wek ’eyşî gurg
dê le kepir û tawłekan awazî girye û şîn û zar
seyrî wez’î ehlî ’îlim û talîbanî medrese
wek hetîmî bê puder şeydan û xwar û kohsar
ḧucreyan têkçû becarê wek hêlaney bayeqûş
ẍeyrî lutfî ḧeq nebê, melce’ nema bo qelbî zar
ḧucreyêkî hênde germ û naxoşî kes neydîwe
weqtî leylî piř le mare, weqtî yewmî piř le nar
weyle bo ême kewa mirdîn bebê yar û řefêq
sa xuda řeḧmê bifermûy zû be êmey derdedar
kes nîye hemdem lebo me, ẍeyrî ḧacî mistefa
bazçîney kesb û kare ewe wekû murẍî hejar
tawłekan satê muqîm bûn, leḧzeyê paş texlye
mîslî teyyarey şiksite gişt le paşan kewtine xwar
çîẍ û tawłe kewtine asman her wekû hewrî syah
wa perêşan bûn be dem bawe neyan mabû qerar
awekey her çende sard û xoşe lakîn, dem deme
zore ewweł kem debê, axîr debête qetredar
namênê sardî te’mî mîslî awî şarezûr
beynê dê da’îm be zerdî her wekû mîzî ḧîmar
daydepoşê qewze yekser, fewqî wek çîmî çemen
piř debê dewrey le qirjał, teḧtekeyşî piř le mar
ger çî meşhûre be cennet zertike bo qazanyan
lêk bû ehlî miruwet zemherîre û piř le nar
lêy geřê wesfî meke çun alxbîsatArabic... alx
tîbat litîbînArabic, heste lem cêge be ẍar
ma ’eleyna, gûy xile lem ’eyşe bê, lem cêgeda
çunke naxoşe diłim geyştote ḧeddî îstîwar
ey wîsałîPen name besye beḧsî naxoşî, şadî bike
çun lepaş zeḧmet fereḧ dê, xot meke çîdî nizar